Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ji Girtîgeha Edîrneyê hate berdan û bi girseyî hate pêşwazîkirin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku ji 22yê Cotmeha 2019an ve girtî ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa Fyê hate berdan.
Ev 4 sal û nîv bûn ku Mizrakli li Girtîgeha Edîrneyê bi Hevserokê Giştî yê HDPê ya berê Selahattîn Demirtaş re li hema qawîşê dihate ragirtin. Piştî 7 salan Selçûk Mizrakli ji girtîgehê tehliye bû. Selçûk Mizrakli, li pêşiya girtîgehê ji aliyê Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenter û rêvebrên DEM Partiyê, rêveberên HDKê, DBPê, Dayikên Aştiyê û girseyek qerebalix ve hate pêşwazîkirin.
Di pêşwazîkirinê de Dayikên Aştiyê kulîlk diyarî Selçûk Mizrakli kir û bênavber dirûşmeya, “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
Dê serdana Beşîkçî û gora Sirri Sureyya Onder bike
Selçûk Mizrakli piştî pêşwaziyê dê derbasî Stenbolê bibe û li vir ewilî serdana nivîskar-civaknas Îsmaîl Beşîkçî ku nexweş e û tedawî dibe, bike û paşê jî serdana gora Sirri Sureyya Onder ya li Goristana Zîrçîkuyuyê bike. Hate zanîn ku dê Mizrakli di saetên êvarê de ji Balafirgeha Stenbolê bi rêya balafirê were Amedê.
Selçûk Mizrakli kî ye?
Selçûk Mizrakli berê serokatiya Odeya Bijîşkan a Amedê kiribû û li Amedê û Kurdistanê bijîşkek naskirî ye. Wî di xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de cih girt û her wiha ew yek ji sazûmankarê Weqfa Mezopotamyayê ya li Amedê ye. Ew di hilbijartina giştî ya 24ê Hezîrana 2018an de bû parlamenterê HDPê yê Amedê. Ew di hilbijartina xwecihî ya 31ê Adara 2019an de jî wek Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate bijartin. Di 19ê Tebaxa 2019an de li ser fermana Wezareta Karên Navxwe qeyim tayînî şûna wî hate kirin. Piştî ku ji wezîfeyê hate girtin, di 21ê Cotmeha 2019an de hate binçavkirin û di 22yê Cotmehê de jî hate girtin.
Galeriya fotografan:













