Amed – Parêzerê Selçûk Mizrakli, Muhsîn Bîlal diyar kir ku eger lijneya çavdêriyê ya girtîgehê biryarek neyînî nede dê miwekîlê wî Selçûk Mizrakli roja 8ê Îlonê were berdan.
Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê ku ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal ragihand ku dê hevalê wî qawîşê siyasetmedar û bijîşkê Kurd Selçûk Mizrakli roja Sêşemê were berdan.
Li ser vê agahiya ku Demîrtaş belav kir, me xwe gihand parêzerê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli, Mûhsîn Bîlal. Parêzer Muhsîn Bîlal jî agahiyê piştrast kir. Muhsîn Bîlal diyar kir ku Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê dê roja 7ê Îlonê derbarê berdana Selçûk Mizrakli de biryara xwe bide.
‘Li gor mudetnameyê 8ê Îlonê tê berdan’
Muhsîn Bîlal destnîşan kir ku eger lijneya çavdêriyê biryarek neyînî nede li gorî mudetnameyê di desta wan de dê roja 8ê Îlonê miwekîlê wî Selçûk Mizrakli were berdan.
‘Em ê li benda biryarê bisekinin’
Parêzer Mûhsîn Bîlal biryarên lijneyên çavdêriyê yên derbarê girtiyên din de jî bi bîr xist û wiha got: “Em naxwazin tiştek neyînî bibêjin. Hêviya me ew e ku biryarek erênî ji lijneya çavdêriyê derkeve. Lê van lijneyan bi biryarên neyînî heya 3 salan jî berdena girtiyan asteng û dirêj kiriye. Em ê li benda biryara 7ê Îlonê bimînin.”













