• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

Stenbol / AW

5 ÎLON 2026 - 14:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1119emîn de li kûjerên Fethî Ildir ê ku di sala 1993yan de hatibû binçavkirin û kuştin pirsin û wiha gotin: “Em di sala 33yemîn a windakirin û kuştina Fethî Ildir de dîsa dibêjin; di sûcên ku li dijî mirovahiyê pêk hatine de demborî tune ye. Kujerên Fethî Ildir li ku ne?”

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1119emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê, Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Fethî Ildir ê ku beriya 33 salan hatibû windakirin, pirsîn.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn metna daxuyaniyê xwend.

‘Gotin Fethî Ildir nehatiye binçavkirin’

Eren Keskîn diyar kir ku di windakinan de berpirsiyara dewletê heye û wiha got: “Çiqas dem derbas bibe jî berpirsiyartiya dewletê ji holê ranabe. Em vê hefteyê qala Fethî Ildir ê ku di sala 1993yan de hatibû windakirin û kuştin dikin û li kujerên wî dipirsin. Fethî Ildir 18 salîbû û li navçeya Hezexa Şirnexê dijiya. Di sala 1993yan de ji bo here kar ji malê derket. Şahidan diyar kir ku Fethî li gundê Kuştepeyê hatiye binçavkirin. Gundê Kuştepeyê jî wê demê navenda Hîzbûllahê bû. Malbat demildest serî li saziyên dewletê da. Lê ji wan re hate gotin; Fethî nehatiye binçavkirin. Di 19ê Îlona sala 1993yan de cenazeyê Fethî Ildir ê ku îşkence lê hatibû kirin, li ser rêya Cizîr û Hezexê hate dîtin. Kujerên Fethî Ildir li ku ne?”

‘Em ê dest ji dozê bernedin’

Eren Keskîn bi bîr xist ku doza derbarê kuştina Fethî Ildir de hatibû vekirin û wiha axivî: “Navê cerdevan Mehmet Şerîf Tanriverdî, Cemal Gozuncu, Behrem Gozuncu û Suleyman Gungor di dosyeyê de cih girt. Lê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê dosyeyê wekî ‘meçhûlê nediyar’ pênase kir. Dosye paşê ji bo Serdozgeriya Komarê ya Amedê hate şandin. Di dosyeyê de bi salan e tu pêşketin tune ye. Em di sala 33yemîn a windakirin û kuştina Fethî Ildir de dîsa dibêjin; di sûcên ku li dijî mirovahiyê pêk hatine de demborî tune ye. Çend sal derbas dibin bila bibin jî em ê li pey dosyeya Fethî Ildir bin.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.

Etîket: Eren KeskînMirov-Dayikên ŞemiyêQada Galatasaray
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Fehmî Tosûn pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Fehmî Tosûn pirsîn

17 COTMEH 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026
Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

22 TÎRMEH 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

27 HEZÎRAN 2026
Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

23 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

16 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne