• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFGê rapora meha Tebaxê eşkere kir

Amed / AW

3 ÎLON 2026 - 09:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DFG rapora binpêkirina mafan a li dijî rojnamegeran a meha Tebaxê eşkere kir. DFG di raporê de diyar kir ku li vir mafê çêkirina nûçeyan a rojnamegeran û mafê agahîgirtina gel tê astengkirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Tebaxê eşkere kir. DFGê diyar kir ku di meha Tebaxê de jî binpêkirinên mafên rojnamegeran û ragihandina azad hatiye binpêkirin. DFGê destnîşan kir ku mafê çêkirina nûçeyan a rojnamegeran û mafê agahîgirtina gel tê astengkirin û mafê rojnamegeran bi astengî û qedexeyan re rû bi rû ye.

‘Di Tebaxê de 4 rojnameger hatin binçavkirin’

DFGê di raporê de da zanîn ku li Tirkiyeyê zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran di meha Tebaxê de jî bênavber berdewam kir û di raporê de wiha hate gotin: ”Rojnameger ji ber parvekirinên xwe yên medya dijîtal, nûçeyên ku çêkirine û xebatên rojnamegeriyê hatin binçavkirin, der barê wan de lêpirsîn hatin vekirin, hatin darizandin û hinek ji wan hatin girtin. Di Tebaxê de xebatkarên Rojnameya Aydin Denge jî di navde 4 rojnameger hatin binçavkirin. Rojnamegerek hate girtin, der barê 5 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin û ji 2 dosyayan 4 rojnameger hatin darizand. Bi taybetî binçavkirina nûnerê Rojnameya Aydin Denge ku ji ber hesta wefayê li ser medya dijîtal parvekirin kir, nûçegîhanê wê hatin binçavkirin. Ev bû sedem ku xebatên rojnamegeriyê bên lêpirsînkirin. Rojnamegerên hatin binçavkirin, Rojnameger Îrem Delice jî bi şertê kontrola edlî serbest hate berdan. Lê li ser îtiraza dozger, dîsa hat binçavkirin û girtin.”

‘Di meha Tebaxê de jî derbarê rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin’

Di berdewama raporê de hat destnîşankirin ku di meha tebaxê de li nûçe û parvekirinên medya dijîtal ên rojnamegeran jî lêpirsîn hat destpêkirin û ev yek hate gotin: “Der barê Nûçegîhanê Îlke TV Zilan Azad de ji ber roportaja ku kiribû, der barê Gerînendeyê Giştî yê berê yê Rojnameya Hurriyetê Ertugrul Ozkok de ji ber beşdarî bernameyekê bû, lêpirsîn hatin vekirin. Der barê Rojnameger Can Bursali ji ber nûçe û parvekirinên medya dijital bi şertê kontol hat berdan. Der barê Burhan Can Terzî de jî, ji ber nûçeyên sporê ku çêkiribû lêpirsîn hat vekirin. Seroka Cemîyeta Rojnamegerên Îzmirê Dilek Gappi ji ber têkildarî rojnamegeran daxuyanî da îfadeya wê hat girtin.”

‘Li ser azadiya çapemeniyê ji sansura dijîtal pêk tê’

Di raporê de DFGê bal kişand li ser sansurên dîjîtal medyayê û wiha got: “Piraniya zextên li ser azadiya çapemeniyê ji sansura dijîtal pêk tê. Di tebaxê de gelek hesabên medya dijîtal û nûçeyên li ser medya dijital hatin parvekirin, hatin astengkirin. Nûçeyên der barê Holdînga Zulfikarlaran, Nûçeyên der barê kuştina Rojin Kabaişê de, dosyayên lekolînê yên der barê Medipolê de bûn sedem ku hesabên wan ên medya dijîtal bêne astengkirin. Bi taybetî ji ber nûçeyên kuştina Rojin Kabaişê der barê hesabên Rojnameger Oznur Deger û Salih Sertkal ên X yê astengî derketin. Hesabên X li Tirkiyeyê hatin qedexekirin. Ragihandina hesabên X yên Medya Haber TV, Ajansa Nûçeyan a Etkînê û JINNEWSê hatin astengkirin. Hesabên Ajansa Mezopotamya, rojnameger Nasuh Bektaş û Firat Fistik ên X yê li Tirkiyeyê hatin astengkirin. Hesabê înstegramê yê Nujin Medyayê hat astengkirin.”

‘Em dixwazin astengiyên li ser medya dijîtal bi dawî bibin’

Di dawiya raporê de hate diyarkirin ew dibînin ku di vê mehê de astengiyên li ser hesabê medya dijîtal ên çapemeniya azad berdewam kir û wiha hate gotin: “Hesabê You Tube yê JINNEWSê di vê mehê de bi temamî hate girtin. Wekî Komeleya Dicle Firatê, em diyar dikin ku di meha tebaxê de jî binpêkirinên mafên rojnamegeran û ragihandina azad hatiye binpêkirin. Li vir mafê çêkirina nûçeyan a rojnamegeran û mafê agahî-girtina gel tê astengkirin. Mafê rojnamegeran hedef tê girtin. Em dixwazin zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran bi dawî bibe. Em dixwazin ku rojnameger karibin di şertê azad û bi fikreke azad rojnamegeriyê bikin û mafê wan ê azadiya ramanê û azadiya çêkirina nûçeyan bi zagonan bê mîsogerkirin. Em dixwazin binçavkirin, girtin û darizandina rojnamegeran bi dawî bebe. Her wiha em dixwazin astengiyên li ser medya dijîtal bi dawî bibin.”

 

Etîket: Komeleya Rojnamegerên a Dicle Firatê (DFG)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

16 HEZÎRAN 2026
Roza Metîna: Em ê her dem rastiyan bişopînin  Ayşegul Dogan: Divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan

Roza Metîna: Em ê her dem rastiyan bişopînin
Ayşegul Dogan: Divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan

22 NÎSAN 2026
Hevseroka DFGê: Mîrasa Rojnameya Kurdistanê bi berxwedanek mezin didome 

Hevseroka DFGê: Mîrasa Rojnameya Kurdistanê bi berxwedanek mezin didome 

21 NÎSAN 2026
Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

2 NÎSAN 2026
Serlêdanên atolyeya medyaya dîjîtal dest pê kir

Serlêdanên atolyeya medyaya dîjîtal dest pê kir

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne