Karkerên înşaetê Suleyman Konat ê li Baybûrtê formayê Amedsporê li xwe kiribû, li gel xwarziyê xwe rastî êrîşeke nijadperest hat.
Nijadperestiya ku bi polîtîkayên demdirêj li Tirkiyeyê hatiye domandin hêj jî teyisandina xwe di êrişên nijadperest de nîşan dide. Karkerê înşaetê Suleyman Konat di 30ê Tebaxê de dema li Bayburtê dixebitî û formayê Amedsporê li xwe kiribû, rastî êrişa 15 kesan hat. Piştî êrişê hat tespîtkirin ku pozê Suleyman Konat 5 cihan şikestiye.
Hate gotin ku kesên êrişkar gotinên “Ev der Bayburt e, ev der dê ji Kurdan re bibe goristan” kirine. Suleyman Konat piştî êrişê gilî kir û diyar kir ku êrişkar piştî binçavkirinê hatine berdan. Suleyman Konat anî ziman ku di pêvajoya birina îfadeyê ya êrişkaran de ew gotinên “Ev zilamên me ne, van berdin” jî bihîstiye.












