Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Bismilê ya Amedê 2yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk di kongreyê de anî ziman ku Kurd ne dijminê vî welatî ne û got ku ev welat dê bi gelê Kurd re pêşbikeve û bê guhertin.
Rêxistina Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Bismilê ya Amedê 2yemîn Kongreya xwe ya Asayî li eywana dawetê ya Firatê ya li taxa Akpinarê li dar xist. Di Kongreyê de rêveber û endamên Partiya Wekhevî Demokrasiya Gelan (DEM Parti) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, TUAY-DER, Parlementerên DEM Partiyê yên Amedê Adalet Kaya, Berdan Ozturk û Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî yên navend û navçeyê beşdar bûn.
Girseya ku tevlibûn, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin. Her wiha li eywana ku kongre lê hate lidarxistin posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin.
‘Em mînetdarên birêz Ocalan in’

Gulşen Ozer bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û ev tişt vegot: “Dema ku pêvajo hat destpêkirin me digot, em ê çawa bi rê ve bibin? Lê bû du sal me gelek çalakî li dar xist. Ger ku di vê navberê de kêmasiyên me çêbibin jî em lêborîna xwe dixwazin. Em ê ji îro pê ve jî hêz bidin hevûdu. Gelê Kurd hemû jî bedelên giran û kedên mezin dane. Berê nasnameyek me tune bû. Îro em bi saya birêz Ocalan, me nasnameya xwe ya Kurdîtî, ya jinê, ya wekhevî û ya civakî nas kir. Bi sedan salan in doza kurd heye lê 50 salên dawî wek bîrdozî hat pênasekirin. Em mînetdarên birêz Ocalan in.”
‘Bi serhildana herî dawî re kurd ji tunebûnê hatin asta nasînê’

Berdan Ozturk jî anî ziman ku di dîroka Kurdan de gelek serhildan hatine kirin lê serhildana herî dawî gelê Kurd ji tunebûnê aniye asteke wisa ku li hemû cîhanê tê naskirin û wiha axivî: “Ji ber vê yekê jî di Rojhilata Navîn de têkoşîna gelê Kurd tê naskirin. Ev rastiyek û heqîqetek e. Gelê Kurd di deh salên dawî de vîn û têkoşîna xwe bi her kesî da qebûlkirin. Lê qebûlkirin û baş bûn bi tenê têrê nake. Ev gavekê bû, ev ne mijara bazarê ye, ev pêvajoyek û meseleya gelê Kurd a bi salan e. Kes nikare hişmendiya sed salî, di rojekê de biguherîne. Meseleya qanûna çarçoveyî jî gelek girîng e. Îro hemû partiyên siyasî yên meclisê vê pêvajoyê baş dibînin, ji bo me jî fersendekî ye. Dema hişmendiya heyî neyê guhertin dê darbe, partiyên cuda û wê pêşiya gelek neyêniyan vebibin. Careke din em ê bizivirin serî. Pêvajo pêşî di guhertina hişmendiyê de dest pê dike. Gelê Kurd ji bo aştiyê her tim amade bûye û dîsa jî amade ye. Kurd ne dijminê vî welatê ne. Ev welat dikare bi Kurdan re pêş bikeve û bê guhertin.”
‘Divê di her fersendekî û çalakiyan de em girîngiya pêvajoyê bînin ziman’

Berdan Ozturk bal kişand ser 12 xalên qanûna çarçoveyî û got ku xalên qanûna çarçoveyî ne têrker in lê rê ber hin tiştan vedike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî sed salan li Meclisa Tirkiyeyê cara yekem hemû serokên partiyan gotin ‘îro meseleya Kurdî heye, em neçar in çareser bikin.’ Di vê pêvajoyê de barê giran dikeve ser milê me hemûyan, em çiqas siyaset û rêxistina xwe xurt bikin, em ê ewqas xwe bigihînin encamgirtinê û serkeftinê. Îro ev kongre jî ji bo vê yekê gelek girîng e. Divê em bi dengekî bilind bînin ziman ku em Tirkiyeke çawa dixwazin. Mesele bi birêz Ocalan û dewletê tenê çareser nabe, divê em rûnenên. Em ê pêşî daxwaza xwe ya zimanê Kurdî û daxwazên xwe yên dinê bînin ziman. Divê di her fersendekî û çalakiyan de em girîngiya pêvajoyê bînin ziman. Di Rojhilata Navîn de her deqeyek tiştek tê guhertin. Divê li gorî vê guhertinê jî mirov xwe nû bike, yan jî dê mirov têk biçe.”
Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat. Hatîce Ceren û Şeyhmûs Aydin weke hevserokên nû yên DEM Partiyê yên Bismilê hatin hilbijartin.
Her wiha piştî ku bername bi dawî bû ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî hat dayîn û banga tevlibûna meşê hat kirin.
















