Amedspor û Kocaelispor di maça Lîga Superê ya hefteya duyemîn de hatin hemberî hev, Kocaelisporê Amedsporê 2-0 têk bir.
Amedspor li deplasmanê bi Kocaelispor re hate hemberî hev. Maç li Stadyuma Yildiz Entegre ya Kocaeliyê hate listîn. Alîgirên Amedsporê jî cihê ku ji wan re hatiye veqetandin de maçê temaşekirin û alîkarî tîma xwe kirin.
Di destpêka maçê de her du tîm jî xwest zextê ser hevdu çêke. Piştî di deqîqeya 10an de Kocaelîspor listîkê dest xist. Di deqîqeya 15an de Berkan Kûtlû gol avêt û Kocaelîspor 1-0 pêş ket. Amedpsorê nêzî di dawiya beşa yekemîn de giraniya xwe danî li siheyê û di pozîsyon dest xist lê encam negirt û beşa yekemîn 1-0 bi dawî bû.
Amedspor li gorî beşa yekemîn bihêztir dest bi beşa duyemîn kir. Lê nekarî gol biavêje. Kocaelîspor di deqîqeya 87emîn de gol avêt û maç bû 2-0. Maç bi vê encamê bi dawî bû.
Alîgirên Kocaeliyê di maçê de êrişên nijadperestî kirin û dijûn li Amedsporê kirin.








