Girtiyên Apoyî kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û gotin: “Di serî de em ji Rêbertî re, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re û ji malbatên hêja yên şehîdên me re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna şehîdan re nû dikin.”
Girtiyên Apoyî, ji bo kesên di demên cuda de di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane peyam şandin. Li ser navê Girtiyên Apoyî Denîz Kaya daxuyanî.
Di daxuyaniya girtiyên Apoyî de ev tişt hat vegotin: “Em şehîdên xwe yên ku ewladên herî mêrxas ên gelê me ne û ji aliyê Tevgera me ve navên wan ji raya giştî re hatine ragihandin, bi hurmetî, hezkirin û mînnetdarî bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Li ku derê û li kîjan cihî bin jî, em soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wan re nû dikin. Em ê xeyalên wan di avakirina neteweya demokratîk a Kurd de nemir bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin. Di rastiya gelê Kurd de şehîd ne mirovek mirî ye, hêza zindîker a jiyana azad e. Hêza me ya sereke ku rastiya gelê Kurd ê mirî yê ku serê wî bi betonê hatibû girtin ji gorê derxist û rakir ser piyan, şehîdên me ne. Şehîdên me yên ku jiyana azad bi rengekî herî rast jiyan û dan jiyandin in. Li Kurdistanê meqama her dê û bavê ku zarokê wan gihîştiye meqama şehadetê bêqisûr e. Meqama şehadetê textê yên ku bi rengekî bêqisûr jiyînê bi dest xistin e. Li hember rastiya şehîdan li Kurdistanê mirovekî ku xwe deyndar nebîne, nikare îdîa bike ku wekî kesekî rast û azad dijî.
Beriya her tiştî em ji Rêbertî re, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re û ji malbatên hêja yên şehîdên me re sersaxiyê dixwazin. Em ji kûr ve êşa malbatên xwe yên hêja parve dikin. Em soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wan re nû dikin.”









