Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê ya ji bo Amedê û hemû bajar û navçeyên li herêmê navendeke sereke ya tenduristiyê ye. Welatiyên ku ji bo dermankirinê bi kîlometreyan rê tên, bi rojan an jî hefteyan li ber deriyên nexweşxaneyê dimînin hem bi pirsgirêka cih hem jî bi pirsgirêka kêmbûna bijîşk re ru bi ru dimînin.
Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya navçeya Peyasê ya Amedê ku rojê bi 25 hezaran welatî serî lê didin, aloziya tenduristiyê gihiştiye asta herî jor. Ji ber kêmbûna bijîşkan, derengmayîna randevûyan û kêmasiya cihên mayînê, nexweş û xizmên wan zehmetiyan re ru bi ru dimînin. Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê bi pirsgirêkên paqijiyê jî di rojevê de ye. Nexweşên ku ji bo dermankirinê ji navçe û bajarên din tên, li nexweşxaneyê pirsgirêkan dijîn. Lê bele tevî wan pirsgirêkan jî ji bo çareseriyê gavên berbiçav nayên avêtin.
Welatiyên hatine li nexweşxaneyê derbarê pirsgirêkên tenduristiyê û zehmetiyên dikêşin, rêveberiya nexweşxaneyê jî têkildarî hejmara zêde ya nexweş û xizmên wan axivîn.
‘Ji bo MRekê randevuya piştî du mehan didin’
Welatiyê bi navê Ejder Karamanli anî ziman ku ew ji navçeya Sêweregê ya Rihayê ji bo dermankirinê hatiye li nexweşxaneyê û wiha axivî: “Nexweşxaneya me heye lê bijîşk tê de nîn in. Em ji neçarî tên Amedê, lê li vir jî em rastî heman pirsgirêkan tên. Ji bo MRekê an jî ultrasonê heta du meh, du meh û nîvan randevûyê didin. Bêyî randevû jî nexweşan qebûl nakin. Heke nexweşiyeke giran bi te re be, tu neçar î bi hefteyan li bendê bisekinî.”
‘Cîhê rûniştinê nîne, mirov li ser piyan dimînin’
Mehmet Azîz Gungurur bal kişand ser qelebalixiya zêde û kêmasiya qadên xizmetê û got: “Rojê bi hezaran mirov tên li vê nexweşxaneyê lê ne cîhê nexweşan heye ne jî yê xizmên wan. Ji bo emeliyatan bi derengî randevu tên dayîn. Ji xeynî vê, pirsgirêka parkkirina erebeyan jî heye, derdor tijî dibe û cîh namîne.”
Şukru Akgonul jî destnîşan kir ku xizmet têr nake û nexweşxane ji kapasîteya xwe zêdetir bar digire ser milê xwe û got: “Xelk ji dûr ve tê. Li salon û korîdoran heta derdora nexweşxaneyê jî mirov cîhekî ku lê rûnên nabînin. Li bin daran, li ser piyan demên dirêj dimînin. Mirovên nexweş û pîr bêhal dikevin. Divê ev şert bên başkirin û cîhên guncav bên çêkirin.”
‘Welatî neçar dimînin biçin nexweşxaneyên taybet’
Welatiyê bi navê Eshat Gungurur jî da zanîn ku nexweşxaneyên li herêmê têrî pêdiviyan nakin û ev tişt anî ziman: “Amed bajarekî mezin e û ji hemû bajaran nexweş tên vê derê. Ji ber ku li nexweşxaneyên dewletê dor nayê û dereng dikeve, welatî neçar dimînin biçin nexweşxaneyên taybet û pereyekî zêde xerc dikin.”
‘Em dikarin bi hevkarî û hestiyarî çareser bikin’
Li hemberî gazinc û bertekên welatiyan, Rêveberiya Îdarî ya Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê jî têkildarî pirsgirêka paqijiyê û qadên rawestanê axivî. Rêveberiyê da zanîn ku rojane derdora 25 hezar nexweş û xizmên wan serdana wan dike û ev tişt got: “Bi her nexweşekî re bi dehan xizmên wan tên. Ev qelebalixî jî ji kapasîteya personelan pir zêdetir e. Di mijara paqijiyê çi ji destê me tê em dikin, lê divê kesên tên vir jî hestiyar bin. Tenê bi paqijkirina me nabe, divê derdor neyê qirêjkirin jî. Li baxçeyê nexweşxaneyê agir tê pêxistin û çop tê avêtin. Dema em hişyariyê dikin, ji me re dibêjin ‘Karê we ev e, hûn ê paqij bikin’. Em dikarin tenê bi hevkariya hev vê pirsgirêkê çareser bikin. Her wiha ti hewcedarî bi rawestana li derve nîne, me salonên rawestanê çêkirine lê mixabin li şûna salonan, li ber deriyan û li derve sekinandin tê tercîhkirin.”











