Îzmîr – Defjen Samî Huseynî yê ku hunera xwe ji zilm û qedexeyên dewleta Îranê rizgar kiriye û hewl dide çanda defê bighîjîne nifşê nû diyar kir ku def ji bo wî ne armanca sereke ye lê wesîleya peyda kirina mirovan e.
Def a ku di nav çanda Kurdî de xwedî cihekî pîroz û taybet e, bi ked û xebata demdirêj a hunermend Samî Huseynî li atolyeya wî ya li Îzmîrê jinûve şîn dibe. Ew dengê ku Rojhilatê Kurdistanê xwe dighîjîne Îzmîrê dengekî sedan salan e û şopa gavên hunermendekî ye ku jiyana xwe li ser çermê defê nivîsandiye.
Rêwîtiya di zaroktiya Samî Huseynî de dest pê kiriye, li hemberî sînor, sirgûn û qedexeyan li ber xwe daye û di dawiyê de li atolyeya wî ya biçûk a li Îzmîrê gihîştiye mirada xwe…
Hunermend, çêker û hîndekarê defê Samî Huseynî, çîroka xwe ya huner û hunermendiyê ya li çar perçeyên Kurdistanê ji Ajansa Welat (AW) re vegot.

Destpêka rêwîtiya defê
Samî Huseynî da zanîn ku rêwîtiya wî ya hunerî ji kûrahiya bîranînên wî yên zarokatiyê tê û li ser destpêka serpêhatiya xwe wiha got: “Ez di sala 1986an de li Qurwa ya Rojhilatê Kurdistanê hatime dinê. Min di 10 saliya xwe de dest bi defjeniyê kir. Sê mamostayên min hebûn û min pênc salan şagirtî kir. Min di 15 saliya xwe de dest bi ders dayîna defê kir; lewra ev amûr di jiyana min de tim xwedî ciheke mezin û taybet bû.“
Konserên qedexe yên Rojhilatê Kurdistanê
Samî Huseynî diyar kir ku di salên ewil ên jiyana xwe ya hunerî de li Rojhilatê Kurdistanê gelek xebat li dar xistine û di bin şert û mercên zehmet de konserên xwe pêk anîne û got: “Wê demê me li Rojhilat du kom avakirin: Yekem kom navê wê ‘Îrfan’ bû, duyem jî navê wê ‘Ahûra’ bû. Konserên me pir bi çoş bûn; lê ji ber ku konserên me Kurdî bûn û hem jin û mêr di nav hev de bûn ji aliyê Dewleta Îranê ve dihatin qedexekirin. Di repertûara me de îlahiyên Rojhilatê Kurdistanê jî û stranên eşq û evînê jî hebûn lê li gorî Dewleta Îranê divê repertûara me tenê ji îlahiyan pêk bihata.”
Ji bijîşkiya didanan ber bi konservatûarê ve

Di berdewama axaftina xwe de Samî Huseynî anî ziman ku piştî qedandina beşa laboratuara didanan, ji bo xwendina bijîşkiya didanan di sala 2012an de hatiye Tirkiyeyê, li Stenbolê, Enqerê û Îzmîrê maye, lê piştî nasîna hevalekî rêya wî bi konservatûarê ketiye û wî dev ji doktoriya didanan berdaye û got: “Wê demê ez hîn nû hatibûm Îzmîrê, min kes nas nedikir û tişteke wisa di heşê min de tune bû ku ez li Îzmîrê dersa defê bidim, şagirtan perwerde bikim, atolyeyeke def çêkirinê vekim an jî li ser karê hunerê bixebitim. Lê hevalekî min çêbû, wî ez vexwendim konservatûara Zanîngeha Egeyê û piştî wê min dev ji her tiştî berda, karê doktoriya didanê li pişt xwe hişt û çîrokan min a tije huner geştir bû.”
Felsefeya xizmetê û şehîd ketina defan
Samî Huseynî derbirî ku def ji bo wî ne wekî armancekê, lê wesîleyeke ji bo avakirina pira di navbera mirovan de ye û got: “Niha jî armanca min ew e ku ez kesên ku vê çandê nizanin bi wan bidim zanîn. Ev kar ji bo min kareke hesas e û ji her tiştî zêdetir hezkirineke mezin dixwaze, yanî divê mirov bi dil û dildarî bixebite. Ez ev 14 sal e her roj dixebitim û tu carî digel hemû astengiyan jî ji karê xwe poşman nebûme. Lewma li Rojhilatê Kurdistanê def pîroz e, dema defek dişikê nabêjin: ‘Def teqiya’ an jî ‘Def şikest’ dibêjin: ‘Def şehîd ket’. Ez jî ji çandeke wisa hatime û divê ev çanda dewlemend bigihîje nifşê nû. Ji bo ev çand wenda nebe, tişta ji destê min hatiye min kir û ez ê bikim.”












