Amed – Welatiyên bi navê Bişar Îçlî, Şermîn Guven û Semîha Yildiz bi piştevaniya Weqfa Sporê Initiativeyê, broşureke bi navê ‘Çem Jiyanê Nexş Dikin’ amade kirin û armanca derxistina broşûrê famkirin û naskirina parastin, girîngî û bîra avê ye.
Welatiyên bi navê Bişar Îçlî, Şermîn Guven û Semîha Yildiz bi piştevaniya Weqfa Sporê ya Initiativeyê broşûreke bi navê ‘Çem Jiyanê Nexş Dikin’ amade kirin. Ev xebata ku di çarçoveya vîzyona parastina bîra ekolojîk û zanîna herêmî ya Weqfa Sporê ya Initiative ya ku navenda wê li bajarê Berlinê ya Almanyayê ye hatiye amade kirin de krîza avê, bîra herêmî û têkiliya mirov û xwezayê ya li Bakurê Kurdistanê bi nêzîkatiyeke piralî digire navenda xwe. Broşur bi helbest û nivîsên bi zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî hatiye amadekirin. Xêzên ku di broşurê de cih digirin rola jinan û civakê ya di nava xwezayê de tînin ber çavan, ev yek jî vediguhere belgeyeke şênber a bîra civakî. Ev xebata kolektîf balê dikişîne ser rastiya gerdûnî: bi nexşeya avê ya ku çemên wekî Dîcle, Firat û Xabûrê digire nav xwe di broşûrê de balê dikişîne ser xwe. Di broşûra ku hatiye amadekirin de tê armanckirin ku parastina avê, girîngiya avê û bîra avê were fêm kirin û nas kirin.
Yek ji amadekara broşurê Semîha Yildiz derheqê xebatên xwe û broşûra ku hatiye amadekirin de ji ajansa me re axivî.
‘Em dixwazin têkiliya jin, xweza û keda wan berçav bikin’

Semîha Yildiz diyar kir ku ev broşur alîkariya wan dike ku ew bikaranîna avê, jiyanê, têkoşîna domandina jiyanê û tevlibûna di nav mirovan de fêm bikin û wiha got: “Me heta niha gelek atolye çêkirin. Di esasê xwe de me dixwest atolyeyên me, bêtir bên fêmkirin, ji ber wê me ev broşur amade kir. Heta niha mînakeke xweş e, me hem li Amedê, hem jî li Wanê kargeheke Dengbêjiyê li dar xist. Ji ber av dikeve nav çîrokên me, dikeve nav çanda me û di her alî de bandorê li jiyana me dike. Li wê derê, ji ber ku du herêmên cuda ne, bandora wan û bandora avê li ser wan cuda dibe. Çawa ku piştî me ev kargeh pek anîn, me dît ku li Amedê av kêm e. Dema li Amedê û Mêrdînê, av kêm dibe û ew qas daxwaz ji bo avê heye; lê li cihê ku av zêde ye, carna ev ava zêde jî felaketekê tîne ji bo wan. Lewma jî ev tişt bandorê li stranên wan jî dike. Em dikarin bi vê tenê jî analîzan li ser jiyana wan kesan bikin; çawa bandor li stran û çanda wan kiriye. Ne tenê çavkaniyên avê ne, di heman demê de çavkaniyên çandê ne jî. Yek ji atolyeyên me jî li ser berhevkirina tuzikê bû. Tuzik di herêma me de gelek zêde ye û gelek naskirî ye. Me atolyeyeke wisa çêkir ku em dixwazin wê bîra kolektîf careke din zindî bikin û têkiliya di navbera mirov û xwezayê de nû bikin. Hem jî ev kar wekî karekî jinan tê dîtin. Gava jin karekî dikin, civak hinekî nirxê nadê. Em dixwazin têkiliya jin, xweza û keda wan berçav bikin.”
‘Di broşurê de nexşeya çemên Kurdistanê jî heye’
Semîha Yildiz anî ziman ku her wiha ew dixwazin bîra ava civakî berhev bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin bîra ava civakî kom bikin ku bikaribin ji vê paşê feydeyê bigirin. Gava em berê xwe didin broşurê, helbestek e hem Soranî hem jî Kurmancî heye, helbesta Dîlber Hêma: ‘Min Ava Spî me, ez Ava Spî me’ cih digire. Destpêka broşurê ji vê helbestê dest pê kir. Ew tecrubeyên ji Mûnzûrê, ji Dîcleyê, ji Firatê; Ew giyayên li ber wan çeman em dibînin, em axaftina wan û dengê wan dibihîzin bi rastî. Lê ne tenê ew zanyariyên kûr in; her wekî min gotî, em wekî çîrokekê dibihîzin. Gava em diçine Wanê, em dengê Şemîranê dibihîzin; gava em diçine Mûnzûrê, dirûşma gelê li wir heye: ‘Bila Mûnzûr azad biherike.’ Em rastî tiştên wisa tên. Her wiha di broşurê de nexşeyek heye, nexşeya çemên Kurdistanê. Li vir Dîcle, Firat û Xabûrê em dibînin û ew Dîcle, Firat û Xabûr çawa bandorê li avên din ên biçûk dikin. Ew avên mezin in lê her wiha avên biçûk jî gelek dikevine ser avên din, bandora wan tiştan jî dibînin li vir. Di broşûrê de xêz hene. Gava em diçine atolyeyan -bi taybetî em bi zarokan re atolyeyan dikin- em wan xêza nîşanî wan didin û em dibêjin hûn dikarin çîroka vî tiştî ji me re bêjin. Bi rastî jî her car tiştekî nû lê zêde dibe û tiştekî cuda dibêjin, nêrîna her kesî cuda dibe. Em jî di xêzan de bandora avê ya li ser civakê û têkiliyên jinan ê li ser xwezayê û avê nîşan bidin.”










