Amed – Konferansa Hiqûqnasên Kurd ên Demokratîk, bi tevlibûna parêzer û saziyên hiqûqê yên ji her çar aliyên Kurdistanê li Amedê hat lidarxistin. Hiqûqnasên ku beşdarî konferansê bûn, destnîşan kirin ku ji bo domdarî û serkeftina pêvajoya aştiyê, divê statuya gelê Kurd di qanûna bingehîn de cih bigire û gavên dualî werin avêtin.
Li Amedê Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk bi dirûşma ‘Ji bo Azadî, Statu û Aştiya Hiqûqa Demokratîk’ li Eywana Konferansê ya Çand Amedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin, du rojan dom kir. Konferans ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ve hat birêvebirin. Di konferansê de serokên baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê, rêveberên saziyên hiqûqê û mafên mirovan, gelek parêzer û her wiha rêveberên DBPê û DEM Partiyê yên hiqûqnas amade bûn. Di Konferansê de mijarên ‘Aştî û Yekîtiya Netewî’ , ‘Hiqûqa Jinan û Civaka Demokratîk’, ‘Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk û Jîngehparêz’ û ‘Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk’ niqaş hatin meşandin.
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) a Colemêrgê Metîn Adiyaman û endama Şaxa OHDa Mêrdînê Seher Acay li ser armanca konferansê û statuya gelê Kurd ji ajansa me re axivîn.
‘Li dora têkoşînê bibin yek’

Metîn Adiyaman diyar kir ku hiqûqnasên Kurd di tekoşîna demokrasî û azadiyê de her tim bedelên mezin dane û wiha got: “Hiqûqnasên Kurd ên di nav tevgera demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd de pir bedel dan, pir têkoşiyan. Hem komeleya me hem pêkhateyên din, saziyên me yên din hatin cem hev û li ser van mijaran nîqaş kirin.”
Metîn Adiyaman bang li hemû hiqûqnasên Kurd û Tirk kir ku piştgirî bidin vê xebatê û li dora vê tekoşînê bibin yek û ev tişt anî ziman: “Ji bo hiqûqnasên Kurd dibêjim, ji wan kar û baran bila dûr nekevin. Divê bi taybetî hevalên me yên hiqûqnas, Kurd be, Tirk be, ferq nake û piştgirî bidine vê karî û di nav kar de cih bigirin. Hêviya me ew e.”
‘Divê di qanûna bingehîn a nû de nasnameya gelê Kurd bê nasîn’
Seher Acay jî bal kişand ser rola muzakereyan û destnîşan kir ku gava herî girîng a pêvajoyê di qada hiqûq û qanûnê de ye.
Seher Acay anî ziman ku di qanûna bingehîn a nû de divê naskirina fermî ya gelê Kurd, çand, nasname û perwerdehiya bi zimanê dayikê cih bigire û wiha axivî: “Bandora vê konferansê li ser pevajoyê yê pir zêde ye. Em li benda qanûnan e. Qanûna bingehîn in. Qanûna destûrî nin. Kîjan xal, kîjan mijar di vê qanûnê de gerek cih bigire, du roj me li ser wê wek hiqûqnasan nirxandin û şîrove kir.”
Rol, mîsyon û statuya Abdullah Ocalan

Di axaftina xwe de Seher Acay bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratÎk û got ku ew di konferansê de li ser rol, mîsyon û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sekinîne û wiha domand: “Hem li statuya gelê Kurd hem jî wek muzakerevanê sereke statuya Birêz Abdullah Ocalan hat şîrovekirin. Jixwe hûn jî dizanin ev demek e hevdîtin çênabin. Ji ber wê yekê jî hewce ye em hem li ser tecrîdê, hem li ser statuya birêz Abdullah Ocalan û hem jî li ser nasîna statuya gelê Kurd, bisekinin.”
Seher Acay di berdewamiya axaftina xwe de li ser rojeva konferansê ya herî kûr û berfireh ev tişt anî ziman: “Pir xal hene di vê konferansê de hatin nirxandin û şîrovekirin. Aliyê jin heye, aliyê statuyê heye, aliyê ziman heye. Ew jî piranî li ser muzakere û entegrasyonê ye. Di van xalan de gerek mirov bêje, qanûnên bingehîn werin amadekirin û divê qanûn ji bo du aliyan jî were xebitandin. Di qanûna bingehîn de lazim e naskirinek hebe, naskirina gelê Kurd hebe. Wexta em dibêjin naskirin jî ne tenê aliyekî, wek nasnameya Kurd em qal dikin. Em qala çanda Kurdan dikin, em qala zimanê Kurdan dikin ku di ziman de gerek perwerdehiya zimanê dayikê cih bigire.”
Mekanîzmaya heqîqetê
Her wiha Seher Acay destnîşan kir ku ji bo fêmkirina tiştên di salên borî de qewimîne, avakirina saziyên lêkolînê yên taybet pêwîst in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji hêla din ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku bi salan e li pêş me disekine dive mekanîzmaya heqîqetê were avakirin, pêwîst bi mekanîzmayek wisa heye. Divê ev mekanîzmaya heqîqetê li ser meseleyên esasî bisekine.”









