Piştî qanûna çarçoveyî di Desteya Giştî ya Meclisê de derbasbû Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî dê sibe di seat 15an de bi Walî, Fermandarên Cendermeyan û Midûrên Emniyetê yên 81 bajaran re civîneke li dar bixe.
Qanûna Çarçoveyî ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ bi 468 dengan di Desteya Giştî ya Meclisê de hat qebûlkirin. Piştî qebûlkirina qanûna çarçoveyî Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî bang li Walî, Fermandarên Cendermeyan û Midûrên Emniyetê yên 81 bajaran kir ku civîna bi lezgîn li dar bixînin. Civîn sibe dê di seat 15.00an de bi rêya vîdeo konferansê pêk were. Civîn dê têkildarî qanûna çarçoveyî bibe û Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş jî dê tev li civînê bibe.
Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî ku têkildarî civînê daxuyanî da, diyar kir ku divê hemû kes çi ji destê wan were bikin û got ku dê di civînê de mijarên pêkanîna qanûn, entegrasyon û qanûn çawa bikeve meriyetê, bên nirxandin.













