Pisporên meterolojiyê diyar kirin ku fenomena El Nîno dê îsal di asta herî jor ya 80 salên dawiyê de pêk bê û ev yek dê wiraniyek mezin a ekolojîk derbixe holê. Pisporan xwestin ku li hemberî encamên El Nîno derxe holê terbîrên pêwist niha de bên girtin.
Li cîhanê fikara El Nîno zêde dibe. Li gorî pisporên meterolojiyê zêdebûna awarte ya germahiya rûyê deryayê nîşan dide ku îsal fenomena El Nîno dê bigihe pileya herî jor a 80 salên dawiyê. Pispor radigihînin ku ev yek ne tenê li derdora Pasîfîkê, di heman demê de rasterast xetereyeke mezin li ser pileyên germahiya cîhanê û tevahiya pergala atmosferê çê bike.
Dê di meha kanûnê bigehîje asta herî bilind
Li gorî nirxandin û tespîtên pisporên meterolojiyê El Nîno îsal hêj negihiştiye lûtkeya xwe. Tê destnîşankirin ku ev fenomen dê di mehên payizê de hêj bêtir xurt bibe û di meha kanûnê de ku heyama wê ya herî krîtîk e, bigehîje asteke nedîtî û awarte.
Xetereya herî mezin a 80 salên dawî
Pisporên meteorolojiyê hişyariyê didin ku ev krîza El Nîno ya salên 2026-2027an dibe ku di nava 80 salên dawî yên ku qeyd û daneyên hewayê bi rêkûpêk hatine girtin de bibe El Nîno ya herî bihez û xedar. Nîşaneya herî eşkere û zelal a vê hêz û xetereyê jî zêdebûna germahiya rûyê deryayê ya li Herêma Tropîkal a Pasîfîkê ye.
Bandora li ser qeyrana ekolojîk û çandiniyê
Ev guherîna germahiyê xetereya hişkesaliyê, lehiyên wêranker û xerabûna hevsengiya çandiniyê li gelek deverên cîhanê zêde dike. Rêxistinên ekolojiyê balê dikişînin ser vê yekê ku divê hemû dewlet li dijî van guherînên tund ên avhewayê û encamên wê yên aborî zûde tedbîran bigirin.
Derbarê El Nînoyê de
El Nîno fenomeneke sirûştî ya meteorolojiyê ku wekî encama germbûna awarte ya ava Okyanûsa Pasîfîkê derdikeve holê. Ev bûyer hevsengiya hewayê ya li seranserê cîhanê diguherîne û dibe sedema krîzên mezin ên ekolojîk û aborî. Di heyama El Nîno de, bayên ku ava germ ber bi rojava (Asya) ve dibin lawaz dibin. Ji ber vê yekê, ava germ li rojhilatê Pasîfîkê (nêzîkî Amerîkaya Başûr) dicive û pleyên germahiya deryayê bilind dibin.
Dibe sedema guherînên tund ên avhewayê. Li hinek herêman hişkesalî û germahiya dijwar çêdibe, li hinek herêman jî baranên bi şid, lehiyên wêranker û bahoz rû didin. Germbûna avê rê li ber koçkirina masiyan û guherîna jiyana zindiyên deryayê. El Nîno bi gelemperî her 2 heta 7 salan carekê rû dide û heyama wê di navbera 9 heta 12 mehan de dikişîne, lê carna bandora wê dikare zêdetirî salekê jî berdewam bike.










