• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li Stenbolê herî zêde pirtûkên fêrkirina Kurdî tên firotin’

Mahmût Altintaş / AW

9 GULAN 2025 - 09:47
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Stenbol – Berpirsê Pirtûkxaneya Medyayê Rêbîn Ozmen anî ziman ku di salên dawî de li Stenbolê herî zêde pirtûkên fêrkirina zimanê Kurdî tên firotin û got: “Helbets û roman jî tên firotin. Lê xwendina Kurdî li gor Tirkî pir kêm e. Sedema vê yekê jî nebûna perwerdehiya bi Kurdî ye.”

Pirtûkxaneya Medyayê di sala 1996an de li bajarê Stenbolê ya Metropolê Tirkiyeyê ava bû. Pirtûkxaneya Medyayê di dîroka Kurdan de jî yekêm pirtûkxaneya Kurdî ye. Pirtûkên hemû weşenaxaneyên Kurdan li pirtûkxaneya Medyayê tên firotin. Pirtûkên Kurdî ên roman, helbest, çand, dîrok û pirtûkên qala Kurdan dikin lê yên bi Tirkî ne jî li pirtûkxaneya Medyayê tên firotin. Yek jî taybetmendiya Pirtûkxaneya Medyayê ew e ku tenê pirtûkên Kurdî û pirtûkên li ser Kurdan hatine nivisîn tên firotin. Pirtûkxaneya Medyayê ku 30 sal pey xwe hişt yek ji mala Kurdan a metropolên Tirkiyeyê ye. Pirtûkxaneya Medyayê tevî hemû zor û zahmetiyan, pirsgirêkên aborî jî 30 sal in pirtûkên Kurdî difroşe. Berpirsê Pirtûkxaneya Medyayê Rêbîn Ozmen qala rewşa firotina pirtûkan û daxwaza ji bo pirtûkên Kurdî kir.

Rêbîn Ozmen diyar kir ku qirîza aborî bandor li ser weşenxane û pirtûkxaneyan jî dike û li gor berê pirtûk kêm tên firotin. Rêbîn Ozmen bi lêv kir ku medyaya sanal jî bandoreke neyînî li firotina pirtûkan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku kaxiz bi euro û dolar tê standin her ku euro û dolar biha dibe pirtûk jî biha dibin. Dema pirtûk biha dibin ji bo gel jî êdî kirîna pirtûkan dibe luks. Ji ber wê jî di serî de gel dev ji xwendina pirtûkan berdide. Yek jî bandora neyînî ya li ser pirtûkan medyaya sanal e. Ji ber ku êdî gel ji xwendinê behtir berê xwe dide medyaya sanal û wextê xwe di wir de derbas dike. Lê taybet jî qirîza aborî bandoreke neyînî li pirtûkfiroş û weşanxanyan dike. Ji ber ku li Tirkiyeyê çandeke kur ya xwendinê tuneye dema pirtûk biha dibin mirov yekem dev ji kirîna pirtûkan berdidin. Berê pirtûk zêdetir dihatin xwendin. Ji ber ku medyaya sanal ew qas pêşneketibû û tiştekî ku bala mirovan zêde bikişîne jî tune bû. Ji ber wê jî mirovan behtir bala xwe dida pirtûkan.”

Rewşa xwendina pirtûkên Kurdî

Rêbîn Ozmen da zanîn ku li Stenbolê herî zêde daxwaza pirtûkên fêrkirina Kurdî hene û wiha axivî: “Di Kurdî de herî zêde roman û helbest tên xwendin. Di romana Kurdî de jî herî zêde romanên ji Soranî hatinê vergerkirin tên xwendin. Pirtûkên Bextiyar Elî pir tên firotin. Her wiha romanên din jî tên firotin. Lê herî zêde jî helbest tên firotin. Li Stenbolê herî zêde pirtûkên Kurdî yên ji bo ferkirinê tên firotin. Helbet em vê yekê taybet ji bo Stenbolê dibêjin ji bo hemû xwendevanên Kurdî nabêjin. Diyardeyeke balkêş e ku gelek kes vedigerin ser zimanê xwe û dixwazin zimanê xwe hîn bibin. Her wiha li vir kursên ku dersên Kurdî didin jî hene û bandora wan jî dibe. Em dikarin bêjin li Stenbolê herî zêde pirtûkên fêrkirina zimanê Kurdî tên firotin û piştre helbets û piştrê jî roman tên firotin.”

‘Pirtûkên Tirkî ji yên Kurdî zêdetir tên firotin’

Rêbîn Ozmen destnîşan kir ku rêjeya kirîna pirtûkên Tirkî ji pirtûkên Kurdî zêdetir e û axaftina xwe wiha domand: “Di pirtûkên Tirkî de jî herî zêde pirtûkên li ser dîroka Kurdan hatine nivisîn tên firotin. Pirtûkên Tirkî ji yên Kurdî zêdetir tên firotin. Li gel ku di 3 refan 2 refên me pirtûkên Kurdî ne. Xwendina Tirkî hesantir tê ji ber wê jî piranî pirtûkên Tirkî tên firotin. Li gor Tirkî di pirtûkên Kurdî de pirtûkên lêkolîn, çandê û dîrokê tune ne. Helbet di van salên dawî de zêdebûnek di vî warî de heye lê li gor Tirkî pir kêm e. Titştekî balkeş ew ê ku dema wêşenxaneyên Kurd pirtûkek bi Tirkî çap dikin li ser medyaya sanal tên rexne kirin û ji edîtorê we re dinivisînin dibêjin çima Kurdiya vê pirtûkê tune ye. Lê dema weşanxanê wê pirtûkê bi Kurdî çap dike tevî ew qas bertek û daxwaz jî 25 pirtûkên TirkÎ difroşim û tenê dikarin 1 pirtûkê Kurdî bifroşin. Ew jî tiştekî balkeş e.”

‘Sedema kêm firotina pirtûkên Kurdî perwerdehiye’

Di berdewama axaftina xwe de Rêbîn Ozmen anî ziman ku sedema kêm firotina pirtûkên bi Kurdî nebûna perwerdehiya bi Kurdî ye û wiha pê dê çû: “Perwerdehiya me tune ye. Zarokên Kurd tên temenê lîse û zanîngehê paşê pê dihesin ku wêjeya Kurdî heye û alfabeya Kurdî heye. Dema xwîner tên pirtûkxaneya me pirtûkên Kurdî dibînin şaş dimînin. Em ne bi zimanê xwe lê bi zimanê serdestên xwe perwerde dibînin. Heta zanîngehê em bi Tirkî perwerde dibin. Ji ber wê jî Tirkî ji me re hêsantir tê. Ji ber ku me bi Kurdî perwerde nedîtiye. Qursên heyî têr nakin. Heke zarokên Kurdan bi zimanê xwe perwerde bidîtana û hemû bajarên Kurdan dibîstanên Kurdî hebûna helbet asta xwendina Kurdî jî wê zêde bibûya.”

‘Pirtûkên lêkolînî her ku diçe zêde dibin’

Di dawiya axaftina xwe de Rêbîn Ozmen bi lêv kir ku di salên dawî de pirtûkên lêkolînî û zanistî yên bi Kurdî zêde bûne û axaftina xwe wiha qedand: “Di zindanan de bi hezaran girtiyên Kurd hene. Gelek ji wan jî dinivisînin. Gelek pirtûkên baş jî di girtîgehan de tên. Hem ji aliyê wêjeyî ve û hem jî ji aliyê lêkolînî vê gelek pirtûk tên. Bi derfetên kêm pirtûkên gelek berfireh dertên. Tişta balkêş ew e ku pirtûkên lêkolînî zêde diçin. Hem ji bo zindanan û hem jî ji bo derva wisa ye. Pirtûkên lêkolîn, zanistî û yên li ser çand û dîroka Kurdan di van salên dawî de li gor berê zêdetir diçin. Lê dîsa jî hejmar pir kêm e. Heke em bi Tirkî û zimanên din vê bidin berhev pir kêm e. Lê li gor Kurdî zêdebûnek heye. Li tevahiya Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 33 wêşenxaneyên Kurdan hene û her yek jî ji wan bi sedan pirtûk weşandine. Lê tu pirtûkên wan hemûyan bi pirtûkên Tirkî re bidî ber hev ew hemû tenê qasî pirtûkên weşenxaneyeke Tirkî nakin. Mixabin rewş wisa ye. Her wiha xwendevanên Kurdî jî ew qas tune ne. Cardin jî xwendevanên Kurdî jî di heman demê de xwendevanên Tirkî ne jî. Şoreşa Rojava jî bandoreke erênî li wêjeya Kurdî û pirtûkên Kurdî kir. Li wir zanîngeh hene û perwerdehiya Kurdî tê dayin. Tezên bi Kurdî tên nivisîn. Ew yek jî bandoreke pir erênî li Kurdî dike.”

Etîket: Pirtûkên Kurdîpirtûkxaneya medyayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Weşanên Lîsê 4 pirtûk derçûn

Ji Weşanên Lîsê 4 pirtûk derçûn

23 TÎRMEH 2026
Du pirtûkên Kurdî 9 sal hatin qedexekirin: Mesele ne siyasî ye dijberiya Kurdî ye

Du pirtûkên Kurdî 9 sal hatin qedexekirin: Mesele ne siyasî ye dijberiya Kurdî ye

14 TÎRMEH 2026
‘Hê jî ciwan weşanxaneyên Kurdî nizanin’

‘Hê jî ciwan weşanxaneyên Kurdî nizanin’

19 HEZÎRAN 2026
Wê li Wanê cara ewil ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

Wê li Wanê cara ewil ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

11 HEZÎRAN 2026
Pirtûka bi navê ‘Çîrûskên Kobanê’ der çû

Pirtûka bi navê ‘Çîrûskên Kobanê’ der çû

1 HEZÎRAN 2026
Di nav milyonan pirtûkan de tenê du ref pirtûkên Kurdî hene!

Di nav milyonan pirtûkan de tenê du ref pirtûkên Kurdî hene!

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne