Wan – Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ji bo balê bikişîne ser nexweşiyên jinan perwerdehiyek li dar xist. Di perwerdehiyê de hat destnîşankirin ku teşxîsek zû jiyanê rizgar dike.
Di roja me ya îro de de nexweşiyên jinan, bi taybetî penceşêra pêsîran û nexweşiyên malzarokê her ku diçe zêde dibin. Ji bo balkişandina ser van nexweşiyan û agahdarkirina civakê şaredarî xebatên perwerdehiyê dimeşînin. Di vê çarçoveyê de Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ji bo jinan bernameyê perwerdehiyê li dar xist. Di bernameyê de bijîşk û pisporên tenduristiyê li ser nîşaneyên nexweşiyan rêyên parastinê û girîngiya kontrolên rûtîn agahiyên girîng dan beşdaran.
Gerînendeya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê Saadet Temel der barê xebat û perwerdehiyên ku li dar dixin de agahî da û ev tişt anîn ziman: “Armanca me ya sereke ew e ku em jinan li ser penceşêra pêsîran hişyar bikin, balê bikişînin ser girîngiya teşxîsa zû û di mijara serlêdana ji bo xizmetên tenduristiyê de ferasetekê ava bikin.”
Dê xebatên xwe bi zimanê zikmakî bikin

Saadet Temel diyar kir ku dê ew ê bi zimanê zikmakî perwerdehiyên xwe bidin û wiha got: “Perwerdehiyên berfireh bikin û xwe bigihînin jinên li gund û taxên dûr jî. Di pêşerojê de em plan dikin ku ji bo zimanê Kurdî perwerdehiyan bidin. Armanca me ew e ku em xwe bigihînin hemû jinan.”
‘Em girîngî didin teşhîsa zû ya nexweşiya jinan’

Perwerdekara Navenda Werzişê ya Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê Ebru Şen jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdehiyê û ev tişt anîn ziman: “Îro li navenda xwe ya werzişê ya jinan, bi armanca avakirina hişyariyê ya li ser penceşêra pêsîra û penceşêra devê malzarokê me semînerek li dar xist. Em wek navendên werzişê yên jinan, ne tenê ji bo pêşketina wan a fîzîkî, di heman demê de ji bo ku ew li ser tenduristiya xwe hişyar bibin jî girîngiyê didin van xebatan. Bi taybetî em dixwazin balê bikişînin ser girîngiya teşhîsa zû, jin di vê mijarê de hişyar bin û girîngiya kontrolên tenduristiyê yên birêkûpêk bizanibin.”
Daxwaza domandina perwerdehiyên bi vî rengî

Jinên ku tev li perwerdehiyê bûn jî anîn ziman ku ev xebat ji bo wan pir bi feyde bûye û bal kişandin ser vê yekê ku di penceşêrê de ‘teşxîsa zû jiyanê rizgar dike’ û xwestin xebatên bi vê rengî berdewam bikin.













