Amed – Derdorê Pira Habûrmanê ya dîrokî ji ber bermahiyên welatiyan û xemsariya Şaredariya Çermûgê bûye çopxane.
Pira Habûrmanê yek ji cihên dîrokî ye ku li navçeya Çermûk a Amedê ye. Her sal ji Amed û bajarên derdorê gelek welatî ji bo vê mîrateya dîrokî bibînin, tên ser Pira Habûrmanê. Pira dîrokî ji ber ku bermahiyên welatiyan û xemsariya şaredariya AKPî, bûye çopxane.
Têkildarî mijarê me xwe di 9ê Cotmehê de gihand şaredariyê ji wan re got ku “Em ê li ser vê yekê nûçeyê çêbikin. Piştre Şaredarê Çermûkê Şehmuz Karamehmetoglu bi telefonê li me geriya û xwest em nûçeya vê xemsariyê çênekin û got: “Hûn nûçeyê çênekin, em ê di demeke kin de wan deran paqij bikin.” Bi ser vê helwestê em bûn şopdarê pêvajoya paqijkirina derdorê pirê.
Ji bo kişandina wêneyan paqijî kirine
Piştre Şehmuz Karamehmetoglu wêneyên derdorên pirê ji me re şandin û îdîa kir ku wan li derdorê pirê paqijî kiriye. Bi vê yekê em çûn li derdorê dihat îdiakirin ku paqijî lê hatiye kirin. Me dît ku tenê qadeke biçûk hatiye paqijkirin û wêneyê wê derê ji me re şandin da ku em nûçeyê çênekin. Dever wekî her car di nav çopê de bû.
‘Hema bêje her der çop e’
Welatiyê bi navê Faruk Yilmaz ji bo derdorê pira dîrokî ya Habûrmanê ku bûye mîna çopxaneyekê, ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ez ji tiştên dîrokî hez dikim û dixwazim ku werin parastin. Bê îstîsna, her car ku ez têm li vê derê, derdor paqij nîn e û her der çop e. Ev pirsgirêk ne tenê kêmasiya gel e, di asta yekem de kêmasiya şaredariyê ye. Ez çend saet in ku çopên ji şûşeyên avê dixim berîka xwe. Çimkî li wir konteynerên çopê tune ye ku ez çopê biximê. Ji bo ku di nav mirovan de hestiyarî çêbibe, divê şaredarî konteynerên çopê zêde bike û paqijiya xwe hîn zêdetir bike. Kesên ku ji derveyî welat tên, ji bo vê pira dîrokî tên. Dema ku tên û vê rewşê dibînin, pir xemgîn dibin û rexne dikin. Divê em hemû di vê derheqê de hişyar bin.”
‘Divê şaredarî kontrol û paqij bike’
Faruk Yilmaz li ser vê mijarê bang pêkanîna berpirsyariyê li şaredariyê kir û axaftina xwe weha bi dawî kir: “Divê şaredarî di nava hefteyê de qet nebe 2 rojan carekê li vê derê paqijiyê bike û kontrol bike.”












