• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

    Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

    Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

    Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

    Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

    Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

    Hevserokê MATUHAYDERê jiyana xwe ji dest da

    Hevserokê MATUHAYDERê jiyana xwe ji dest da

    Li Dîlokê ji bo cangoriyan mewlûd hate dayîn

    Li Dîlokê ji bo cangoriyan mewlûd hate dayîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Stenbol / AW

21 COTMEH 2026 - 20:42
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
TJA li navçeyên Gazîosmanpaşa, Sancaktepe û Kuçukçekmeceyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve daxuyanî da û ragihand ku lîder û avakarê çareseriyê Birêz Ocalan e û divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin
Tevgera Jinen Azad (TJA) li navçeyên Gazîosmanpaşa, Sancaktepe û Kuçukçekmeceyê yên Stenbolê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve daxuyanî dan. Girseya ku li taxa Karayolu ya Gazîosmanpaşayê kom bû xwestin meş li dar bixin, lê polîsan meşê asteng kir. Girse li dijî wê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir. Paşê girse meşalêyan pêxist û li wir daxuyanî da.
Aktivîstên TJAyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin. Pankart “Niha dema jinan e, hevditîna Rêbertiya Azad ve” hat vekirin.
‘Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin’
Aktivîsta TJAyê Leyla Eser daxuyanî xwend. Leyla Eser diyar kir ku ew wek jin baş dizanin ku aştiyeke mayînde û birûmet tenê bi rawestandina şer û çekan pêk nayê û got: “Ji bo ku aştiya rastîn pêkan be, divê pirsgirêkên ku bûne sedema şer bi rêya demokratîk û siyasî bên çareserkirin. Lîder û avakarê vê çareseriyê Birêz Ocalan e û divê tecrîda li ser wî demildest bê bidawîkirin. Rêya wê yekê bê vekirin ku ew bikare bi parêzerên xwe re bi awayekî birêkûpêk hevdîtinan bike û endamên çapemeniyê, rêxistinên jinan, rewşenbîr û temsîlkarên saziyên demokratîk bikarin pê re hevdîtinan bikin. Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin. Rola Ocalan di pêvajoya aştiyê û çareseriya demokratîk de bi awayekî aşkere û bi garantiyên qanûnî bê diyarkirin.”
‘Xwedî li aştiyê derkevin’
Leyla Eser destnîşan kir ku wan meş daye destpêkirin û heta ku em bigihîjin armanca xwe, ew ê li qadan bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê daxwaza xwe ya  azadiya fizîkî Birez Ocalan li qad û meydanan, li kolanan û di her qadê jiyanê de bilind bikin. Em ê ji bo ku aştî di nav civakê de cih bigire, têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Em ji vir bang li hemû jinan, saziyên demokratîk, hemû beşên civakê û raya giştî dikin û dibejin xwedî li aştiyê derkevin! Li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin! Ji bo çareseriya demokratîk û azadiya fizîkî ya Birez Ocalan, berpirsiyariya xwe bi cih bînin! Ji ber ku azadiya jinan û  azadiya civakê aştiya rastîn û jiyana demokratîk ji hev nayên veqetandin. Ji Birez Ocalan re azadî û bila rê li ber aştiyeke bi rûmet û mayînde vebe”
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî  bû.
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

21 COTMEH 2026
Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

21 COTMEH 2026
Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

21 COTMEH 2026
Tom Barrack bi Şara re civiya

Tom Barrack bi Şara re civiya

21 COTMEH 2026
Hevserokê MATUHAYDERê jiyana xwe ji dest da

Hevserokê MATUHAYDERê jiyana xwe ji dest da

21 COTMEH 2026
Li Dîlokê ji bo cangoriyan mewlûd hate dayîn

Li Dîlokê ji bo cangoriyan mewlûd hate dayîn

21 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne