Platforma Şaxan a KESKê ya Îzmîrê û Şaxa Jimara 2yemîn a Egîtîm Sen a Îzmîrê, li hemberî Îskeleya Karşiyakayê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa kedkarên ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatine îxraçkirin û hat destnîşankirin ku ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk divê hemû kedkarên hatine îxraçkirin vegerin ser karên xwe.
Platforma Şaxan a KESKê ya Îzmîrê û Şaxa Jimara 2yemîn a Egîtîm Sen a Îzmîrê, li hemberî Îskeleya Karşiyakayê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Îxraç tecrîd e, tecrît binpêkirina mafê mirovan e, ji binpêkirina mafan re na! Em ê vegerin ser karê xwe” hat vekirin. Metna daxuyaniyê li ser navê girseyê ji aliyê serokê Şaxa Jimara 2yemîn a Egîtîm Sen a Îzmîrê Zelîha Danyelî ve hat xwendin.
Zelîha Danyelî diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe ku tê de aştî, veguhertina demokratîk û edaleta civakî ji nû ve tên nîqaşkirin û got: “Lê belê ji bo ku ev pêvajo bibe me bibe ber bi demokratîkbûneke rastîn ve, divê bê hiqûqiyên berê re rûbirûbûn pêk bê û mexdûriyetên bên çareser kirin. KHK bûne amûra nîzamemeke bêhiqûqî ku jiyana bi hezaran kedkarên giştî serwer dike, mafê wan ê xebatê ji holê radike û siberoja wan a pîşeyî tarî dike.”
‘Bêyî ji holê rakirina bêhiqûqiyan, aştî ne pêkan e’
Zelîha Danyelî destnîşan kir ku xebatên sendîkayî, tevlîbûna daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên demokratîk kiribûn sedemên îxraçê û wiha axivî: “Bi vê yekê re kedkarên ku têkoşîna ked, aştî, demokrasî û azadiya jinan meşandin hatin cezakirin; zext li ser rêxistinbûna sendîkayî û têkoşîna demokratîk hat kirin. Îro em bi eşkereyî dibêjin: Bi nedîtina mexdûriyetên KHKê, siberojeke demokratîk nayê avakirin. Heta ku encamên bêhiqûqiyê ji holê neyên rakirin û adalet neyê bi cîh anîn, mirov nikare qala aştiya civakî bike.
‘Aştî ne tenê bêdengiya çekan e’
Zelîha Danyelî bal kişand ku eger îro qala aştî û çareseriya demokratîk tê kirin, divê bi bêhiqûqiya borî re rû bi rû bûn pêk bê û got: “Çimkî aştî ne tenê bêdengiya çekan e; peydakirina edaletê, vegerandina mafan û dermankirina birînên civakî ye. Aştî, radestkirina mafên kedkarên ku bi KHKyan hatine îxraçkirin e. Aştî, pêkanîna biryarên darazê yên bêkêmasî ye.”
Zelîha Danyelî di dawiya daxuyaniyê de daxwazên Egîtîm Sen û KESKê rêz kirin û bang li rayedaran kir û got: “Divê gavên ji bo vegerandina kedkarên bi KHKyan hatine îxraçkirin yekser bên avêtin. Mafên kedkarên giştî yên hatine îxraçkirin divê bi awayekî bêkêmasî bên iadekirin. Astengiyên îdarî yên li hemberî pêkanîna biryarên darazê divê bên rakirin. Biryarên kesên ku mafê vegerê bi dest xistine divê bêyî derengketinê bên pêkanîn. Zirarên aborî, civakî û pîşeyî yên ji ber îxraçan çêbûne divê bên tanzîmkirin.”
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyên “Kesên bi KHKyan hatine îxraçkirin rûmeta me ne” û “Bijî têkoşîna me ya ked, aştî û demokrasiyê” bi dawî bû.














