Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo 69 şehîdên Tevgera Azadiyê merasîmeke girseyî hat lidarxistin. Di merasîmê de peyamên xwedîderketina li mîrateya şehîdan û bilindkirina têkoşînê hatin dayîn.
Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo 69 şehîdên Tevgera Azadiyê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, merasîmeke girseyî ya bîranînê hat lidarxistin.Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê bi beşdarbûna hezaran şêniyên bajêr û herêmê pêk hat.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan û xwendina navên 69 şehîdan dest pê kir.
‘Wan bi canê xwe jiyanek nû ava kir’
Di merasîmê de pêşî Hevserokê Desteya Gazî û Malbatên Şehîdan ê Bajarê Kobanê Mistefa Êto axivî û destnîşan kir ku ew nikarin heqê şehîdan bidin û got:“Şehîdên me ji bo avakirina civakeke demokratîk û adil berxwedaniyek mezin meşandin. Wan di nava hemû şert û mercên zehf de têkoşîneke dîrokî kir. Li vir 69 nav û 69 dayik hene; em ê heta dawiyê xwedî li doza wan derkevin.”
‘Divê em mîrateya şehîdan biparêzin’
Piştre ser navê Kongra Star, Endama Koordînasyona Kongra Star a Kobanê Rûken Ehmed bal kişand ser rola şehîdan di parastina hebûna gelê Kurd de û wiha axivî: “Heke ne ji berxwedana wan ba, dibe ku em me îro van destkeftiyan nedihatin cem hev. Ew leheng şagirtên Rêber Apo ne. Rêber Apo 27 sal in di nava mercên girankirî de li ber xwe dide. Ji bo ku em van destkeftiyan biparêzin, divê em mîrateya şehîdan biparêzin û têkoşînê bilind bikin.”
‘Şehîd pira aştî û berxwedanê ne’
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso jî sersaxî ji gelê Kurd û tevahî gelê Sûriyeyê re xwest û soza domandina rêya şehîdan da û di axaftina xwe de diyar kir ku şehîd ji bo pêvajoya aştî û demokrasiyê bûne pirek û wiha domand:“Ev şehîd ciwan bûn, lê serî netewandin; rihê şoreşgeriyê ev e. Bi hevaltiyeke xurt berê xwe dan şoreşê û li hemberî qirkirin û înkarê berxwedan meşandin. Di nava van şehîdan de Kurd, Ereb û Turkmen hene. Tevahiya van neteweyan îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle gihîştine hev.”
Sînevîzyon û radestkirina belgenameyan
Piştî axaftinan, peyama endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan a der barê şehîdên Rojava de ji beşdaran re hat pêşandan. Her wiha li ser ked û fedakariya şehîdan sînevizyonek hat nîşandan.
Merasîm bi xwendina belgenameyan, radestkirina wan ji malbatên şehîdan re û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.
























