Rojnameger Îsmaîl Ari bi hinceta ‘belavkirina agahiyên şaş’ hate girtin.
Rojnameger Îsmaîl Ari ji ber giliya serokê RTUKê yê berê Ebûbekîr Şahîn bi îdiaya ‘heqeret li karmendê dewletê kiriye’ û belavkirina agahiyên şaş’ duh ji bo îfadeyê çûbû Emniyeta Enqereyê û hatibû binçavkirin. Piştî karûbarên îfadeyê bi dawî bû rojnameger Îsmaîl Ari îro sewqî edliyeyê hate kirin. Dozgerî jî îfaeya Îsmaîl Ari girt û bi hinceta “belavkirina agahiyên şaş” daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
Dadgeh jî derbarê Îsmaîl Ari de biryara girtinê da û wî şandin girtîgehê.
Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firatê (DFG) li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî girtina rojnameger Îsmaîl Ari da û girtina Îsmaîl Ari weke parçeyekî mekanizmaya zextê li dijî azadiya çapemeniyê pênase kir.













