Hat zanîn ku hefteya borî roja pençşemê polîsan xwendekarê Zanîngeha Hacitepeyê Hasan Basrî Ûsta revandine û îşkence lê kirine. Hasan Basrî Ûsta dê serî li ÎHDê bide û derbarê polîsên îşkence lê kirine gilî bike.
Xwendekarê Zanîngeha Hacitepeyê û endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) Hasan Basrî Ûsta li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku hefteya borî roja pençşemê polîsan li kolanê pêşiya wî girtine û îşkence lê kirine. Hasan Basrî Ûsta ku beriya niha di protestoyên li dijî Lûtkeya NATOyê hatibû girtin û piştî demekê hatibû berdan, diyar kir ku polîsan ew li navçeya Mamakê birine cihekî û li wir îşkence lê kirine.
Her wiha polîsan çavê wî girêdane û piştî îşkenceya nîv seatî polîsan telefona wî vekirine û di wesayîtê de dil girtine. Hasan Basrî Ûsta rastî gefên kuştinê yên polîsan hatiye û ji wî xwestine ku sixûrtiyê bike. Her wiha polîsan jê re gotiye heke ew daxwaza wan qebûl neke dê careke din bê girtin û rastî îşkenceyê were. Hasan Basrî Ûsta dê li dijî revandin û îşkenceya polîsan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bide û derbarê polîsan de gilî bike.







