Li gorî agahiyan, hêzên Îranê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dîwar lê dike û xendekan dikole.
Li gorî nûçeya RojNewsê, hêzên Îranê ji Deriyê Sînor ê Seyranbenê yê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê heta bi herêma li pişt gundên Teymiz û Şêweguwêzanê bi dirêjahiya 10 kîlometreyî dîwarekî ji beton lê kiriye û kûleyên çavdêriyê daniye ser dîwar.
Hate ragihandin ku ji piştî van gundan heta bi xala dawî ya sînor ku ew jî gundê Mîşyawe ye, hêzên Îranê bi firehiya 3 metre û kûrahiya 4 metreyan xendek kolaye û tedbîrên tund ên ewlehiyê li ser sînor girtiye.
Lêkirina dîwar û kolandina xendekan a ji aliyê hêzên Îranê ve di demekê de ye ku li seranserê sînor hêzên parastina sînor ên Iraqê bi cih bûne ku di hinek xalên sînorî de tenê çend metre di navbera wan de hene û guftûgoyê jî dikin.
Her wiha berpirsyarên Iraq û Îranê ragihandin ku hevahengiyeke ewlehiyê di navbera Îran, Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê de heye.
Lê belê, heta niha nayê zanîn sedema çêkirina van dîwar û xendekan çi ye û di beramber de jî her du hikûmetên Herêmê û Iraqê xwe bêdeng kirine.







