• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîsan xwendekarê zanîngehê revand û îşkence lê kir

    Polîsan xwendekarê zanîngehê revand û îşkence lê kir

    Şaredariya Îdirê tapûyên welatiyan belav kir

    Şaredariya Îdirê tapûyên welatiyan belav kir

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Fîlozof Gayatri Chakravorty Spivak name ji Abdullah Ocalan re şand

    Fîlozof Gayatri Chakravorty Spivak name ji Abdullah Ocalan re şand

    Îranê bi mûşekan êrişê Herêma Kurdistanê kir

    Îranê bi mûşekan êrişê Herêma Kurdistanê kir

    Şîrket bi tevî leşkeran ve ket gundê Arzoxliyê

    Şîrket bi tevî leşkeran ve ket gundê Arzoxliyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîsan xwendekarê zanîngehê revand û îşkence lê kir

    Polîsan xwendekarê zanîngehê revand û îşkence lê kir

    Şaredariya Îdirê tapûyên welatiyan belav kir

    Şaredariya Îdirê tapûyên welatiyan belav kir

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Fîlozof Gayatri Chakravorty Spivak name ji Abdullah Ocalan re şand

    Fîlozof Gayatri Chakravorty Spivak name ji Abdullah Ocalan re şand

    Îranê bi mûşekan êrişê Herêma Kurdistanê kir

    Îranê bi mûşekan êrişê Herêma Kurdistanê kir

    Şîrket bi tevî leşkeran ve ket gundê Arzoxliyê

    Şîrket bi tevî leşkeran ve ket gundê Arzoxliyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Fîlozof Gayatri Chakravorty Spivak name ji Abdullah Ocalan re şand

Navenda Nûçeyan

21 COTMEH 2026 - 13:04
Kategorî: ROJANE
A A
Fîlozofa Hindistanî û bîrewera postkolonyal Gayatri Chakravorty Spivak piştgirî da Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyek şand.

Teorîsyen û fîlozofa Hindistanî Gayatri Chakravorty Spivak piştgirî da Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û birêvebirin û nameyek şand ji Abdullah Ocalan re. Nameya Spivak ku ji Abdullah Ocalan re nivîsandî, ji Heyeta Îmraliyê re hate şandin.

Gayatri Spivak di nameya xwe de anî ziman ku tevî şert û mercên rehîngirtina Ocalan bi salên dirêj e berdewam dike jî ew ji xweragiriya Abdullah Ocalan bandor bûye û got ku ew banga Ocalan a têkildarî wekheviya zayendî ya civakî girîng dibîne. Gayatri Spivak diyar kir ku Qanûna Çarçoveyê îhtimala azadiya Abdullah Ocalan xurt dike û destnîşan kir ku meseleye rastîn ew e ku wê civakeke demokratîk çawa were avakirin.

Di nameyê de ev yek hatine gotin:

“Birayê min ê Ezîz Abdullah Ocalan,

Ew demeke dirêj e xweragiriya we ya li hemberî rehîngirtina demdirêj û ya carna jî di bin tecrîdê de derbas dibû, bandorê li min dike. Her wiha banga we ya têkildarî wekheviya zayendî ya civakî jî bandorek li min kir. A niha jî Qanûneke Çarçoveyî heye ku ev yek îhtîmala azadbûna we xurttir dike.

Pirsgirêkên me yên rastîn jî ya niha dest pê dikin. Ji ber ku we li şûna nêzîkatiya cure proto-netewperest a xwe diparêze, rêya tevlihevtir û berdartir a hebûna demokratîk pêşniyar kir. Ji bo vê yekê jî hewceyî bi pergaleke perwerdeyê ya ku zarok di demên pêş de dema ku dengên xwe bidin paradoksa demokrasiyê fêm bikin û pêşxistina nêzîkatiyeke epîstemolojîk a berdewam armanc dike, heye: ji bo xwe azadî û ji bo însanên din jî wekhevî û ji bo cîhaneke adiltir daxwazeke xurt.

Ez jî ev nêzîkî 60 salan e hewl didim vê yekê bikim; Li Zanîngeha Kolombiyayê li gel dayîna dersên Edebiyata Ewropayê li gel giregiran; her wiha li gel kesên bêax û xwendin û nivîsandinê nizanin û yên qaşo ‘destnedayî’ ji bo zarokên gelê xwecihî li dibistanên seretayî li gel binbeşên civakê dixebitim. Hin kesên din fêrî hilberîna zanînê dikin; lê belê ji me hin kes neçar in fêrî fêrbûnê bikin.

Bi taybet roja îroyîn gelekî girîng e ku zarok fêrî daxwazkirina civakeke adil bikin; ji ber ku cîhan ji ber guherîna avûhewayê û hişê çêkirî bi şikestineke mezin re rû bi rû ye.

Birayê min ê ezîz ez baştir in daxwaz û niyazên xwe pêşkêşî we dikim.

Bi rêz û hurmet.”

Gayatri Chakravorty Spivak kî ye?

Gayatri Chakravorty Spivak di 24ê Sibata 1942yan de ji dayik bûye, fîlozof û bîrewereke Hindistanî ye ku bi xebatên xwe yên di warên weke teoriya edebî, teoriya postkolonyal û binçandî tê naskirin. Gayatri Chakravorty Spivak a ku bi taybetî bi xebata xwe ya bi navê ‘Gelo Bindest Dikarin Biaxivin?’ tê naskirin, têkiliyên di navbera dagirkerî, nûnertiya desthilatdarî û hilberîna zanînê de bi perspektîfeke rexneyî lêkolîn dike. Di xebatên xwe yên akademîk de li ser mijarên weke femînîzm, hizra dekolonyal û newekheviya civakî jî disekine.

Etîket: fîlozof Gayatri Chakravorty SpivakGayatri Chakravorty Spivak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne