Bi pêşengiya Komîsyona Parastina Gola Wanê ya Şaredariya Tûşbayê, panela 1emîn a parastina Gola Wanê, qezenckirina wê ya ji bo tûrîzma herêmê û parastina qadên çandî hat lidarxistin.
Li Wanê bi pêşengiya Komîsyona Parastina Gola Wanê ya Şaredariya Tûşbayê, panela 1emîn a Parastina Gola Wanê, qezenckirina wê ya ji bo tûrîzma herêmê û parastina qadên çandî li eywana Meclîsa Şaredariya Tûşbayê hat lidarxistin. Di panelê de ku slayta derbarê Gola Wanê de hat temaşekirin, nûnerên saziyên ku li bajêr di warê ekolojiyê de xebatan dimeşînin amade bûn.

Axaftina vekirinê ji aliyê Endamê Komîsyona Parastina Gola Wanê û Endamê Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Tuncer Sagniç ve hat kirin. Tuncer Saginç diyar kir ku gelek sedem hene ku Gola Wanê qirêj dikin û wiha got: “Heke em li bajarên di hewza Gola Wanê de civînekê giştî li dar bixin û helwestek rêxistinî nîşan bidin, em dikarin golê biparêzin. Hebûna saziyên sivîl li rex me ji bo me pir girîng e. Tûşba navçeyek wiha ye ku di dirêjahiya dîrokê de dîtbar e ku mazûvanî û mêvandariya şaristaniyan kiriye. Em ê xwedî li mîrateyên xwe yên çandî derkevin. Em ê li hember wan kesan ku dixwazin dîrokê ji navê rakin rawestin û mijarê bi aliyê wê yê hiquqî ve jî binirxînin.”
Kesên ku tev li panelê bûn bal kişandin ser pisgirêkên Gola Wanê qirêj dikin û asta ava golê kêm dikin. Piştre beşdaran pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.
Panel, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.














