Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî hevdîtina bi Serokê Giştî yê Yenî Partiyê Ozgur Ozel re diyar kir ku divê pêvajo di nava muxalefet û desthilatê de nebe pêşbirk û hemû partî berpirsyarî bigirin. Ozgur Ozel jî bal kişand ser rapora komîsyona meclisê û got ku heta niha xala 7an a demokratîkbûyînê pêk nehatiye.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê Yenî Partiyê Ozgur Ozel re li navenda giştî ya Yenî Partiyê hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û geşedanên di rojevê de hatin nirxandin.
Piştî hevdîtinê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn. Di serî de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û bi lêv kir ku wan serdana sazî û sendîkayan kirine û bi serdana Yenî Partiyê re ew dê dest bi serdana partiyên siyasî bikin.
Tuncer Bakirhan diyar kir ku wan di hevdîtinê de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gotûbêj kirine û wiha got: “Me krîza aborî û geşedanên li herêmê girt dest û fikir û pêşniyarên xwe gotin. Qanûna çarçoveyî derbas bû û em derbasî merhaleyeke nû bû. Bendewariya hemû kesan ew ê ku qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê û sererastkirinên qanûnî bên kirin. Em li ser vê mijarê jî axivîn. Ji bo ew qanûn bê sepandin berpirsyariyeke mezin dikeve ser sazî, sendîka û partiyên siyasî. Divê meclis rol bigire û Serokê Meclisê birêz Numan Kurtulmuş divê bikeve nava hewldanan. Li meclisê jî komîsyonek bihata avakirin lê hê nehatiye avakirin. Divê hemû partiyên siyasî jî di vê komîsyonê de cih bigirin. Divê pêvajo di nava muxalefet û desthilatê de nebe pêşbirkek. Ji bo hemû civakê û demokratîkbûyîna welat e. Divê partiyên siyasî jî di vir de berpirsyariyê bigirin. Ev pêvajo ne tenê di nava 2 partiyan de ye. Yenî Partiyê roleke erênî lîst di pêvajoyê de. Ji bo wê jî ez spasiya xwe pêşkêş dikim. Tevî bi zextan re rû bi rû man jî piştgiriya xwe domandin.”
‘Heke em qala aştiyeke dikin divê dev ji zextên li ser muxalefetê berdin’
Tuncer Bakirhan bal kişand ser zextên desthilatê li ser muxalefetê û ev tişt anî ziman: “Li dijî van zextan jî me li her derê helwesta xwe diyar kir. Heke em qala aştiyeke dikin divê dev ji zextên li ser muxalefetê û çapemeniyê berdin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi muzakereyan pirsgirêkan çareser bikin. Em ê zêdetir bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re bicivin û ji bo aştiyê hewldanên me dê mezintir bibin.”
‘Xala 7an a rapora komîsyonê hê pêk nehatiye’
Ozgur Ozel jî ji bo serdanê spasiya hevserokan kir û wiha got: “Demokrasî bi azadiya muxalefetê pêkan e. Desthilat ji bo muxalefetê bêdeng bike hemû hêza xwe bikar tîne. Di vir de rola muxalefetê ew ê ku tevî cudekariyan jî hevkariya bi hev du re zêde bikin. Aştî ji bo berjewendiya hemû kesan e. Ji bo wê jî helwesta me ya roja yekem a ji bo pêvajoyê niha jî teyît dikin. Me hemûyan rapora komîsyonê îmza kir. Di raporê de xala 6an bi qanûna çarçoveyî pêk hat. Lê xala 7an a demokratîkbûyînê hê pêk nehatiye. Siyasetmedar hê girtî ne. Hê jî qeyûm tayînî li ser şeredariyan dikin. Tevî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî Osman Kavala nayê berdan. Tevî biryarên Dadgeha Destura bingehîn jî Tayfun Kahraman nayê berdan. Hê jî ji rojnamegeran re operasyon tê kirin. Li dijî hemû muxalefetê zexteke mezin heye. Ji Halk TV re qeyûm hat tayînkirin û tê bêdengkirin. Ji aliyekî vê nikarin welat bi rê ve bibin û bi fonan welat ketiye nava krîzê û ji aliyê din vê jî rapora bi xwe îmza kirine pêk naynin. Em ê jî bi hemû beşên muxalefetê re werin li cem hev û bi hev re têbikoşin.”
Pirsên rojnamegeran bersivandin
Tuncer Bakirhan li ser pirsa konferansa li Hewlêrê bi lêv kir ku gelek dînamîkên li herême tev li konferansê bibûn û di konferansê de jî li ser pêvajoyê gotûbêj hatine kirin û got ku li hemberî gavên erênî yên Tevgera Azadiyê divê dewlet jî gavan biaveje. Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku pêvajoya li vir serkeftî encam bigire Tirkiye dê li Rojhilata Navîn xurt bibe.
Tuncer Bakirhan li ser neliritiya fonan jî bi lêv kir ku divê hemû berpirs bên cezakirin.
Tuncer Bakirhan li ser pirsa rojnamegeran a derbarê gotinên Şewirmendê Serokkomar Mehmet Uçum a têkildarî pêşhilbijartinan de diyar kir ku wan li ser pêşhilbijartinan tu hevdîtin nekirine û di rojeva wan de tune ye.
Ozgur Ozel jî li ser heman pirsê destnîşan kir ku ji bo pêşhilbijartinan dengê Tîfaqa Komarê têr nake û wiha got: “Ji bo pêşhilbijartin bibe ji bilî AKPê û MHPê hewcehî bi dengen 40 parlamenteran heye. Birêz Hevserok got di rojeva me de tune ye. Weke Yenî Partî jixwe em li dijî vê yekê ne. Madem wisa ye bila Mehmet Uçum derkeve aşkera bike li gor çi dibêje em ê pêşhilbijartin bikin. 40 dengan dê li ku bînin?”
























