Mêrdîn – Li Dêrika Çiyayê Mazî dayikên temen mezin guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin destên xwe, hewl didin ku fêrî xwedin û nivîsandina Kurdî bibin.
Perwerde mafeke bingehîn e û her civakek li gorî pêdivî û armanca xwe bernameyeke perwerdehiyê datîne li pêşiya xwe û hewl dide xwe li gorî pêdiviyên demê amade bike. Perwerde ji bo her mirov û giyanwerekê jêveneger be jî îro bi milyonan kes nikarin mafê xwe yê perwerdehiyê bi kar bînin.
Li gel hin civak û kêmneteweyan li Kurdistanê jî bi milyonan Kurd nikarin mafê xwe yê perwerdehiya zimanê zikmakî bikar bîne. Ji bilî zarokan kesên ku temenê wan mezin e jî ji mafê perwerdeyê bê par mane. Bi taybetî jî dayikên Kurd hem bi zimanê xwe hem jî bi zimanek din nizanin xwendin û nivîsandinê. Yek ji van dayikan jî Hazîme Ozcan û Adîle Ecer in. Hazîme Ozcan û Adîle Ecer li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê dijîn û ji ber ku di zarokatiya xwe de neçûne dibistanê xwendin û nivîsandinê nizanin.
Her çiqas dayîkên Hazîme Ozcan û Adîle Ecer heya temenê xwe yê niha pênûs û kaxiz nexistibin destê xwe jî êdî bi saya Navenda Jiyan û Piştevaniya Jinan a Peljînê ya Şaredariya Dêrikê hewl didin xwe fêrî xwedin û nivîsandina Kurdî bikin.
Temen mezin be jî hewl didin fêrî zimanê Kurdî bibin
Dayikên Hazîme Ozcan û Adîle Ecer beriya hefteyekî dest bi qursa zimanê Kurdî kirine û bi girtina pênûsê dest bi perwerdeya xwe kirine. Piştî ku Hazîme Ozcan û Adîle Ecer zanîne pênûs bigirin êdî bi xêzkirinê perwerdeya xwe berdewam kirine û niha hatine asta fêrbûna tîpên Kurdî. Her çiqas piştî temenekî fêrbûna alfabeya Kurdî zehmet be jî dayika Hazîme Ozcan û Adîle Ecer ji bo zimanê zikmakî bi xwestekek xurt tev li dersên xwe dibin.
‘Bila hemû dayik fêrî xwendin û nivîsandinê bibin’

Dayika Hazîme Ozcan diyar kir ku ew qet xwendin û nivîsandinê nizane, ji bo fêrbûnê dest bi perwerdehiyê kiriye û wiha axivî: “Zimanê me tuneye, em tiştekî nizanin û ez hatime ji xwe re fêr bibim, ev der cihê piştevaniya jinê ye. Ez dixwazim her kes were vê derê û fêrî zimanê xwe bibe. Kesên ku xwendin û nivîsandinê weke min nezanin hebin bila ew jî werin û xwedî li zimanê xwe derkevin.”
‘Ji bo dayik astengiyan nejîn bila werin fêrî zimanê xwe bibin’
Dayika Adîle Ecer jî diyar kir ku dema ew diçin derekî ji ber ku xwedin û nivîsandinê nizanin gelekî zehmetiyan dikşînin û wiha got: “Ez qet neçûme dibistanê. Dema em diçin saziyek fermî ji ber nezanîna xwendin û nivîsandinê ez pirsgirêkan dijîm. Divê hemû jinên ku xwendin û nivîsandinê nezanin werin perwerdeyê bibînin da ku astengiyan jiyan nekin.”



















