• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
18 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çarenûsa ciwanê ji hêla hêzên Îranê ve hat revandin nayê zanîn

    Çarenûsa ciwanê ji hêla hêzên Îranê ve hat revandin nayê zanîn

    Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 18ê COTMEHA 2026an

    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Otomatik taslak

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Çarenûsa ciwanê ji hêla hêzên Îranê ve hat revandin nayê zanîn

    Çarenûsa ciwanê ji hêla hêzên Îranê ve hat revandin nayê zanîn

    Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 18ê COTMEHA 2026an

    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Otomatik taslak

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

Daristan Pala / AW

18 COTMEH 2026 - 08:30
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan – Endamê Meclisa PJAKê Ehwan Çîyako li ser hevsengiyên siyasî yên Rojhilata Navîn, nakokiyên kûr ên di navbera Îran û hêzên cîhanî de, xetereyên li ser aborî û leşkerî yên rejîma Îranê û rola stratejîk a Kurdan anî ziman ku Rojhilatê Kurdistanê di qonaxeke krîtîk de ye û wiha got: “Li hemberî her rewşê divê Kurd amadekariyên xwe yên rêxistinî û leşkerî xurt bikin da ku gefan pûç bikin û derfetan bikin qezenc.”

Alozî û pevçûna kûr a di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, yek ji diyarkerên sereke yên hevsengiyên siyasî, leşkerî û aborî yên li Rojhilata Navîn e. Ev nakokiya ku xwedî dîrokeke nêzî nîv sedsalî ye, ne tenê şerê du dewletan e, di heman demê de pevçûna sîstemên îdeolojîk, berjewendiyên bazirganiyê û kontrolkirina xetên stratejîk ên cîhanî ye.

Pêwendiyên di navbera van du hêzan de piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê (1979) û krîza girtina balyozxaneya DYAyê bi temamî hatin qutkirin. Ji wê rojê heta îro, rejîma Îranê retorîka “Antî-Emperyalîzmê” wekî hîmê xwe yê îdeolojîk bi kar tîne û DYAyê wekî gefa sereke ya li ser hebûna xwe pênase dike.

Di beramberî vê de, DYA jî Îranê di lîsteya welatên ku piştgiriyê didin terorê û îstîqrara herêmî têk didin de bi cih dike.

Mijara bernameya atomî û nukleerî ya Îranê yek ji xalên herî krîtîk ên vê pevçûnê ye. Di sala 2015an de peymana JCPOAyê di navbera Îran û hêzên cîhanî de hate îmzekirin, lê vekişîna DYAyê ya di sala 2018an de rasterast pîvanên vê balansê xirab kirin. DYA bi rêya biryarên yekalî, cezayên giran ên aborî û ambargoya li ser nefta Îranê xistin meriyetê. Ev polîtîka bû sedema têkçûna nirxê mûçeyan, krîzek kûr a aborî di navxweyê Îranê de û astengkirina firotina neftê ku çavkaniya sereke ya dahata Tehranê ye.

Şerê di navbera DYA û Îranê de piranî ne li ser xaka van du welatan, lê di nav sînorên welatên sêyemîn de dimeşe. Îran bi rêya stratejiya berfirehbûnê ku wekî “Hilala Şîa” tê navendkirin, li Iraq, Sûriye, Libnan (Hizbullah) û Yemenê (Hûsî) piştgiriyê dide komên çekdar. DYA û hevalbendê wê yê sereke Îsraîl jî ji bo ku rê li ber vê torê bigirin, li Sûriye û Iraqê baregehên van koman dikin hedef û êrîşên leşkerî yên rasterast an nerasterast pêk tînin.

Geşedanên li herêmê, rageşiya di navbera Îran û bloka rojavayî (DYA û Îsraîl) de û siberoja gelên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê di rojeva siyasî de cihê xwe yê sereke diparêze. Endamê Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Ehwan Çîyako derbarê van mijaran, polîtîkayên ideolojîk ên rejîma Tehranê, krîza aborî û rola dîrokî û siyasî ya Kurdan de ji Ajansa Welat (AW) re nirxandinên girîng kir.

Ehwan Çiyako

‘Îranê bi projeya Hilala Şîa berjewendiyên hêzên herêmî û cîhanî xist metirsiyê’

Ehwan Çîyako bal kişand ser polîtîkayên Îranê yên 40-45 salên dawî û anî ziman ku rejîmê ji bo xweseriya xwe biparêze stratejiyeke taybet bi rê ve biriye. Ehwan Çîyako destnîşan kir ku têkiliyên di navbera Îran û cîhanê de, bi taybetî nakokiyên bi DYA û Îsraîlê re gelekî berfireh in û wiha got: “Îranê di van 40-45 salan de di bin navê ‘Hilala Şîa’ de hewl da ku desthilatdariya xwe li herêmê belav bike û ev yek ji bo xwe kir erkeke îdeolojîk, siyasî û leşkerî. Bêguman ev polîtîka berjewendiyên hêzên herêmî û yên cîhanî xist nav metirsiyê. Ji aliyê din ve, di nava Îranê de jî hewl da sîstemeke hişk a îdeolojîk ava bike ku bi tu awayî bi daxwazên gel re naşibin hev. Tevî ku li Îranê di dîrokê de tevgerên demokratîk, çep û yên cihêreng hebûn û ev erdnîgarî her dem qadeke têkoşînê bû, desthilatdariyê xwestiye van hemûyan bifetisîne.”

‘Hêzên derve dixwazin Îranê bi sîstema xwe ve girê bidin’

Ehwan Çîyako destnîşan kir ku hêzên rojavayî ne ji bo demokrasiya gelan, lê ji bo berjewendiyên xwe li dijî Îranê sekinîne û wiha pê de çû: “Hêzên derve ne di xema mafên gelên Îranê de ne. Daxwaza wan ew e ku Îran di pergala siyasî, dadwerî û perwerdeyê de nerm bibe û li gorî pergala cîhanî xwe bi rê ve bibe. Qadên bazirganiyê û guherînên ku ew dixwazin bixin meriyetê tenê ji bo ku Îran zêdetir bi pergala kapîtalîst a cîhanê ve bê girêdan e. Heke ev pêk neyê, li dijî kiryar û zextên ku rejîma Îranê li ser civakê ferz dike û bi rê ve dibe, çavên xwe digirin. Ji aliyê din ve erdnîgarî û pîvanên polîtîk ên Îranê gelekî girîng in; mîna pirekê di navbera Rojhilat û Rojavayê de ye, Kendava Hirmûzê û rêyên girîng kontrol dike ku ev ji bo bazirganiya cîhanî xetere ye.”

‘Îran hem ji doza Îsraîlê hem jî ji reqabeta teknolojîk ditirse’

Ehwan Çîyako da zanîn ku Îran bi eşkereyî dibêje ku divê Îsraîl ji holê rabibe û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev yek ji bo Îsraîl û lobiyên wê yên xurt ên cîhanî xetereyeke mezin e. Ji aliyekî din ve, amadekirin û teknolojiyên nû (weke hişê çêkirî) yên ku Çîn û Rûsya di navbera xwe de li dijî DYAyê û Ewropayê bi kar tînin, rejîma Îranê di navbera van hêzan de xistiye pozîsyoneke metirsîdar de. Îran ji ber tirsa rûxandinê nikare daxwazên asta bilind ên DYAyê û Îsraîlê qebûl bike, ji ber ku ditirse ew xeyal û otorîteya ‘Hilala Şîa’ ji dest bide. Lê di heman demê de ji ber nakokiyên stratejîk ên di navbera DYAyê, Ewropa û Çînê de hewl dide ji xwe re qadê biafirîne û xwe nîşan bide ku hêzeke ‘antî-emperyalîst’ e.”

‘Divê Kurd li dijî hesabên hêzan siyaseteke hişyar bi rê ve bibin’

Endamê Meclisa PJAKê Ehwan Çîyako bal kişand ser rola stratejîk a Kurdan a li Rojhilatê Kurdistanê û ev yek anî ziman: “Li herêmê Kurd aktorekî gelekî girîng in û di nav hevsengiyên Îranê de jî wisa ne. Her du alî jî hem rejîma Îranê hem jî hêzên derve hesabê bi ser Kurdan re dikin. Îran dizane ku eger Kurd bi tecrûbeya xwe ya dîrokî û bi cografyaya xwe ya fireh li hemberî wan bikevin nav tevgerê, ew nikare li ber xwe bide. Hêzên derve jî dixwazin Kurdan ji bo armancên xwe bi kar bînin. Bi dîtina me, divê Kurd pir bi hişyarî û biaqil siyasetê bikin. Di navbera nakokiyên Îran û hêzên derve de xwe nedin bi kar anîn, lê derfetên ku derdikevin holê ji bo berjewendiyên neteweyî û civakî bi kar bînin. Ezmûna Rojhilatê Kurdistanê nîşan dide ku gelê me di vê mijarê de dikare gavên hîn baştir biavêje.”

‘Yekîtiya partiyan daxwaza civakê û zarûretek siyasî ye’

Ehwan Çîyako helwesta yekîtiyê ya di navbera partiyên Rojhilatê Kurdistanê de nirxand û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Yekîtiya ku niha behs tê kirin, ne tenê biryara partiyan e an jî biryarek e ku ji derve hatibe sepandin. Ev daxwaz û zarûreta civaka me û gelê Kurd e. Partiyên Kurd gihîştine wê encamê ku tevî cudahiyên xwe yên îdeolojîk û siyasî jî divê bi hev re hareket bikin. Ji ber ku di nav heman netewe û erdnîgariyê de dixebitin. Ew peyman û diyaloga ku niha di navbera partiyan de heye erênî ye, lê em dixwazin ev yekîtî di pratîkê de bibe îradeyeke hîn xurttir.”

‘Di destpêka 2027an de îhtîmala guherînan heye’

Ehwan Çîyako encamên ew li serê çaverê ne û senaryoyên siberojê vegot û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ew kesên ku dibêjin şer nû dest pê dike şaş in, ji ber ku şer jixwe hebû. Pirs ev e; gelo ev şer dê ji hêla leşkerî ve gur bibe an bi awayekî din berdewam bike? Her du îhtîmal jî li ber çavan in. Îhtîmalek mezin heye ku di dawiya sala 2026an û destpêka sala 2027an de şerekî leşkerî di asteke nû de dest pê bike. Îhtîmala duyemîn jî ew e ku berfirehbûna ambargoyên aborî û zehmetiyên bazirganiya neftê ku rojane heta 300 hezar tonî asteng dibe Îranê bixe nav krîzek kûr. Heke şerê leşkerî dest pê bike an jî ambargo Îranê ji hundir de lawaz bike û bibe sedema serhildanan, ev her du rewş jî di ber xwe de hem derfet û hem jî gefan tînin. Eger em weke tevger û gel di hêla rêxistinî û leşkerî de xwe baş amade bikin, em dikarin gefan pûç bikin û derfetan ji bo azadiya gelê xwe bi kar bînin.”

Etîket: DYAEndamê Meclisa PJAKê Ehwan ÇîyakoPJAKRejîma ÎranêŞerê Îran û Amerîkayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li rojhilatê Kurdistanê gelek Kurd hatine binçavkirin û cihên wan nediyar in

Li rojhilatê Kurdistanê gelek Kurd hatine binçavkirin û cihên wan nediyar in

13 COTMEH 2026
Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

28 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne