Li Wanê dikandarên ku cil û bergên Kurdî çêdikin dan zanîn ku ji ber ew bi dolaran qûmaş distînin biha ye û gotin: “Li cihê ku em ji bo cil û bergên Kurdî qûmaşê xwe ji Dûbaî, Çîn û Hîndistanê bixwazin, em bi xwe çêbikin wê kara me zêdetir bibe.”
Li Kurdistanê çanda cil û bergên ku di salên dawî de rastî eleqeyeke zêde tê, veguheriye sektoreke bazirganiyê. Taybet li bajarên weke Wan, Colemêrg û Şirnexê ku bi dawetên xwe bi nav û deng in, dirûn û çêkirina cil û bergên Kurdî di gelek zêde ye. Welatî jî eleqeyeke zêde nîşanî cil û bergên Kurdî didin û di rojên taybet de li xwe dikin.
Dikandarên ku cil û bergên Kurdî didirûn û difiroşin behsa çêkirin û bihayê kiras û fîstanan kirin.
‘Krîza aborî bandorê li ser me dike’
Dikandar Okan Reşîtoglû diyar kir ku wî ev dikan ji malbata xwe dewr girtiye û ev 3 sal in li ber dikanê ye. Okan Reşîtoglû da zanîn ku ew qûmaşê xwe ji Dûbaiyê distînin û dîsa li wir didin çêkirin. Okan Reşîtoglû destnîşan kir ku ev kiras û fîstanên li Dûbaiyê tên çêkirin bi kargoyê ji wan re tên û got: “Li Tirkiyeyê kirîza aborî jî heyê ji ber wê em nikarin zêde kara xwe biavêjin ser. Sala par me fîstanek bi 4 hezar lîreyî difirot, îsal em bi 4 hezar û 200 lîreyî difiroşin. Lewma firotina kiras û fîstanan zehmet e.”

‘Biha li gorî qalîteya qûmaş digûhere’
Dikandar Sedat Savci jî yê ku hem dirûnê dike û hem jî cil û bergan difiroşe anî ziman ku bavê wî 40 salan ev kar kiriye û ev 20 sal in jî ew karê ji bavê xwe dewr girtiye didomîne. Sedat Savci da zanîn ku ew qumaşê xwe ji Dubaiyê, Çîn, Korê û Iraqê distînin û ev yek anî ziman: “Heke dawet zêde bin, çêkirina kiras û fîstanan 10-20 roj dikişîne. Qûmaşê kiras û fîstanan hemû 3 metre ne û ji 500 lîreyî heta 15 hezar lîreyî li gorî qalîteya qûmaş diguhere. Ji ber ku em qûmaşên xwe bi dolar dikirin, li gorî sala par pir tişt neguheriye.”

‘Kara me niha kêm bûye’
Dikandar Kemal Yalçin jî hem karê dirûnê hem jî karê firotinê dike. Kemal Yalçin bal kişand ser sektora cil û bergan û wiha axivî: “Ev nêzikî 22 sal in em vî karî dikin. Berê kara wê gelek bû, lê niha gelek kem bûye. Ji ber ku em bi dolar qûmaş distînin neçar dimînin ku karê biavêjin ser bihayên cil û bergan. Her wiha kira, ceyran, xebatkarên me hene û divê em pereyê van jî bidin. Bihayên me li gorî qalîteya qûmaş diguhere. Firotina kiras û fîstanan li gorî berê gelek zehmet e. Anîn û derbaskirina qûmaşan a ji gumrukê gelek zehmet bûye û em ji bo hemû qûmaşên xwe fatureyan dibirin. Em kiras û fîstanan hem didirûn hem jî difiroşin. Karê me mîna salên çûyî ye.”

‘Heta qûmaş digihîje destê me bihayê wê zêde dibe’
Dikandar Akîf Yîgît jî ku kiras û fîstanan difiroşe, da zanîn ku qûmaşên ew distînin hemû girêdayî bacê ne û wiha got: “Heta ku qûmaşên me tên destê me bihayê wan diguhere. Ji ber ku kar kêm e, tevî bihabûna dolar jî me li gorî par zedê kar neavêtiye ser. Li cihê ku em ji bo cil û bergên Kurdî qûmaşê xwe ji Dûbaî, Çîn û Hîndistanê bixwazin, em bi xwe çêbikin wê kara me zêdetir bibe.”




















