Rojnameger û nivîskar Necmettîn Salaz, di salvegera koça xwe de li Goristana Akkopruyê ya li navçeya Tûşbayê, ji aliyê malbat, hezkirî, dost û hempîşeyên xwe yên rojnameger ve bi merasîmekê hate bibîranîn.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rojnameger û nivîskar Necmettîn Salaz ê ku di 14ê cotmeya 2023yan de li Silêmaniyê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû, di 3yemîn salvegera koça wî de li Goristana Akkopruyê ya li navçeya Tûşbayê ya Wanê bi bîr anî. Malbata Salaz, endamên DFG û MKGê, parlementera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli, hevserok û rêveberên DBPê û DEM Partiyê û nûnerên saziyên demokratîk tev li bîranînê bûn.
‘Çapemeniya Azad li ser pêyan e’
Li ser navê DFGê rojnameger Bazîd Evren di bîranînê de axivî û dest nisan kir ku rêwitiya Çapemeniya Azad a di salên 1980an de destpêkirî, tevî gelek zor, zehmetî û zextan jî heta roja îro hatiye. Bazîd Evren da zanîn ku gelek endamên Çapemeniya Azad ji welatê xwe dûr, li sirgûnê ne û wiha pê de çû: “Çapemeniya Azad li ser van bedelan xwe nû kir û li ser pêyan ma. Niha pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê meşandin. Hêviya me ew e ku hevalên me yên li sirgûnê vegerin welatê xwe û li ser axa xwe, li gel malbat û hevalên xwe jiyana xwe berdewam bikin. Mamoste Necmettîn jî li Silêmaniyê, ji malbat û bajarê xwe dûr jiyana xwe ji dest da. Herçiqas Silêmanî jî bajarekî Kurdan be, lê dîsa jî mamoste Necmetîn li wir, li xeribiyê bû. Em di wê baweriyê de ne ku êdî tu hevalên me li xeribiyê jiyana xwe ji dest nadin û wê vegerin li ser axa ku jê dayîk bûne.”
‘Li dijî faşîzmê têkoşiya’
Li ser navê malbatê birayê Necmettîn Salaz, Qedrî Salaz behsa têkoşîna rojnamegeriyê ya birayê xwe kir û got: “Ji 7 xwişk û birayan ê herî mezin Necmettîn bû. Jiyana wî li sirgûnê û di têkoşîna li dijî faşîzmê re derbas bû. Li dijî nexweşiyê têdikoşiya. Tevî hemû gotinên me jî qada xwe neterikand. Dibe ku Necmettîn Salaz ji aliyê biyolojîk ve birayê me be, lê ew ewladê gelê Kurd e. Birayê we yê mezin e.”
‘Çapemeniya Azad pênûsa gelê Kurd e’
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî diyar kir ku Çapemeniya Azad pênûsa gelê Kurd e û da zanîn ku Necmettîn Salaz bi salan ji bo gelê Kurd bi pênûsa xwe têkoşiya. Gulşen Kurt anî ziman ku xebatkarên Çapemeniya Azad pênûsa Necmettîn Salaz dewr girtine û axaftina xwe bi bîranîna wî bi dawî kir.
Bernameya bîranînê bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.













