Nivîskar Mehmed Ûzûn li ser gora xwe di salvegera 19emîn a wefata xwe de hate bibîranîn. Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî di bîranînê de axivî û got: “Em ê wê pênûsa wî ya giranbiha biparêzin. Nifşên nû yên li pey şopa nivîskarên me dimeşin û bi heman hestî xwedî li zimanê Kurdî derdikevin.”
Komeleya Wêjekarên Kurd bi minasebeta wefata nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li Goristana Deriyê Mêrdînê li ser gora wî bernameya bîranînê li dar xist. Malbata Mehmed Ûzûn, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê, endam û nûnerên saziyên sîvîl yên civakî û rêveberên partiyên siyasî û gelek nivîskar tev li bernameyê bûn.
Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî û brayê Mehmed Ûzûn, Mûstafa Ûzûn di bernameyê de axivîn û Mehmed Ûzûn bi bîr anîn.

‘Em ê xwedî li keda wan derbikevin’
Herdem Merwanî da zanîn ku Mehmed Uzun jî yek ji wan kesên ku ji bo zimanê Kurdî têkoşiya ye û wiha got: “Em wek Komeleya Wêjekarên Kurd, heya zimanê Kurdî û Kurdek hebe em ê xwedî li keda wan derbikevin û wê pênûsa wan a giranbiha biparêzin. Nifşên nû wê li pey şopa wan bimeşin û bi heman hestî xwedî li zimanê Kurdî derbikevin. Em wek Komeleya Wêjekarên Kurd û nivîskarên Kurd ne di gotinê de em ê di pratîka xwe de vê dozê bimeşînin û bigihîjînin nifşên nû.”

Birayê Mehmed Ûzûni Mustafa Ûzûn jî bi xêr hatina mêvanan kir û spasiya hemû beşdaran kir ku di vê rojê de wan bi tenê nehiştine.
Heval û hogirên Mehmed Ûzûn jî li ser gorê behsa bîranînên xwe yên bi wî re kirin.
Beşdaran kulîlkên danîn ser gorê Ûzûn û bername bi dawî bû.
Derbarê Mehmed Ûzûn de
Mehmed Ûzûn di sala 1953yan de li navçeya Siwêregê ya Rihayê hate dinê. Ew di sala 1977an de koçî Swêdê kir û gelek pirtûk nivîsand. Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun di 11ê Cotmeha 2007an de li Amedê wefat kir. 19 sal bi ser wefata wî re derbas bû. Mehmed Uzun nivîskarekî Kurd bû ku di pêşketina edebiyata nûjen a Kurdî de, bi taybetî di warê romanê de, bi roleke girîng rabû. Ew bi nivîsên xwe yên bi Kurdî û bi hewldanên xwe ji bo pêşxistina zimanê edebî yê Kurdî tê naskirin.




















