Riha – Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmeha 1998an bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir, di navbera hêzên navneteweyî û dewletên herêmî de veguherî toreke hevkariyê. Ji Romayê heta Moskovayê, ji Atînayê heta Naîrobiyê, Komploya Navneteweyî ya 129 rojan ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş ketiye, bi tevlîbûn û hevkariya 14 dewletan hat encamkirin.
Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9ê Cotmeha 1998an de dest pê kir û heta 15ê Sibata 1999an dom kir. Komplo di dirêjahiya 129 rojan de bi berxwedaneke dîrokî bi serkêşî kir. Di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe da li 5 welatên cuda û li dijî komployê bi 14 dewletan re li dijî teslîmgirtinê têkoşiya. Biryar, zextên îstîxbaratî û siyaseta teslîmgirtinê ya navneteweyî ruyê reş ê tora komployê da li ber çavan. Di nava van 129 rojan de Abdullah Ocalan li bajar û paytextên cuda yên cîhanê kêlî bi kêlî hate şopandin bi tevkariya navneteweyî, komployeke mezin hat girtin.
Pêvajoya 129 rojan
Tora komployê di nava 129 rojan de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajar û paytextên cîhanê hate birêvebirin. Di vê serpêhatiya lêgerîna çareseriya rêyên demokratîk rawestgeha yekem bû Yewnanîstan. Dema serlêdana ji bo îltîcayê nayê qebûlkirin berê xwe dide paytexta Rûsyayê, Moskovayê. Şerê diplomasî û zextên li ser Rûsyayê di du qonaxên cuda de bi giştî 37 rojan dom kir; qonaxa yekem a ji 9ê Cotmehê heta 12ê Mijdara 1998an 33 rojan, û qonaxa duyem a ku di 17ê Çileya 1999an de dest pê kir jî 4 rojan devam kir.
Rawestgeha herî dirêj û krîtîk a pêvajoyê paytexta Îtalyayê, Roma bû. Abdullah Ocalan di navbera di 12ê Mijdara 1998an û 16ê Çileya 1999an de tam 66 rojan li Romayê ma û li vê derê ji bo çareseriya siyasî û hiqûqî a pirsgirêka Kurd daxwaza penaberiyê kir û di qada hiqêqê de têkoşîneke mezin da meşandin.
Piştî derketina ji Îtalyayê û astengiyên li Ewropayê, balafira Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neçar ma berê xwe bide Asyaya Navîn. Abdullah Ocalan ji 20ê Çileya 1999an pê ve 8 rojan li bajarê Bişkekê yê Tacîkîstanê ma û piştre ev mayîn bi dersînorkirinê ve bi encam bû.
Paytexta Yewnanîstanê Atîna jî hem di destpêkê de hem jî di navberên veguhêztinê de bi giştî bû cihê manê yê 5 rojan. Desthilata Yewnanîstanê tenê 5 saetan Abdullah Ocalan li welêt hişt.
Pêvajoya 129 rojan di navbera 2 û 15ê Sibata 1999an de li paytexta Kenyayê, Naîrobiyê bi dawî bû. Abdullah Ocalan di dirêjahiya van 13 rojan de li avahiya Sefaretxaneya Yewnanîstanê ya li Naîrobiyê hate sekinandin û di dawiyê de bi operasyoneke navneteweyî û korsanwarî hat dîlgirtin.
Rola hêzên navneteweyî: DYA, Ingilîstan û Îsraîl
Rola sereke ya vê pêvajoyê ku ji destpêkê heta dawiyê weke hêzên biryardar tevgeriyan DYA, Îngilîstan û Îsraîl bûn.
DYA: Weke plansaz û koordînatorê sereke, di hemû qonaxan de xeta zextê ya dîplomatîk li ser dewletan meşand.
Ingilîstan: Tevî ku tevgera PKKê û Abdullah Ocalan tu hewldan an çalakiyeke li dijî berjewendiyên wê nekiribûn jî, rêveberiya Londonê bi rengekî çalak di nav komployê de cih girt. Rola Ingilîstanê tevî derbasbûna salan jî di aliyê fermî de bi awayeke têr nehat deşîfrekirin.
Îsraîl: Rêveberiya Tel Avîvê hê beriya 9ê Cotmehê soza piştgiriya siyasî, dîplomatîk û îstîxbaratî da Enqereyê û di qada îstîxbaratê de roleke krîtîk lîst.
Dewletên herêmî û Ewropî: Sînorên girtî û zextên siyasî
Di doza binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî de rolên welatên din bi vî rengî di qeydan de cih girt. Yewnanîstan, yek ji welatên ku di organîzekirina komployê de rola sereke lîst bû. Tevî ku di destpêkê de Abdullah Ocalan vexwend welatê xwe, tenê 5 saetan ew li vir vehewand û piştre hem li Yewnanîstanê hem jî li Sefaretxaneya Naîrobiyê ew weke “Kesê neyê xwestin” ragihand. Rûsya, di 17ê Çileyê de dema Abdullah Ocalan cara duyemîn gihîşt Moskovayê, rayedaran bêyî eşkerekirina sedemê, jê re gotin ku divê di nava 3 rojan de welat biterikîne. Wê demê hat diyarkirin ku ew ê bixwe cihê çûyînê diyar bikin. Îtalya û Almanya, dema Abdullah Ocalan di 12ê Mijdara 1998an de daket Balafirgeha Leonardo da Vinci û daxwaza penaberiyê kir, li şûna nirxandina vê daxwazê, bi biryara girtinê ya Almanyayê hate binçavkirin. Dadgeha Federal a Almanyayê dosyaya sala 1990î nû kir da ku zemîna girtina Abdullah Ocalan amade bike.
Misir û Îranê rejîma Husnî Mubarek a Misirê beriya 9ê Cotmehê roleke navbeynkariyê lîst ku di encamê de Şamê mercên Enqereyê qebûl kirin û Peymana Edeneyê îmze kir. Îranê jî li hemberî gefên Tirkiyeyê hevalbendê xwe Sûriyeyê bi tenê hişt. Dema Abdullah Ocalan li Romayê bû, Wezîrê Derve yê Belçîkayê Erik Derycke bi daxuyaniyekê derî girt. Di şeva 31ê Çileyê de dema ku Abdullah Ocalan hewl da bi rêya Belarusê derbasî bajarê La Haye yê Hollandayê bibe, Hollandayê û hemû dewletên Ewropayê qada xwe ya hewayî li balafira Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtin. Abdullah Ocalan li Afrîkaya Başûr, ji Nelson Mandela û Desmond Tutu re name nivîsandin û çûyîna wî ya Afrîkaya Başûr ket rojevê. Lê belê ji ber serdana Serokwezîrê Îngilîstanê Tony Blair a wê demê ji bo wî welatî, helwesta Afrîkaya Başûr di kêliya dawî de hate guhartin. Di navbera 2 û 15ê Sibatê de ev der bû rewestgeha dawî. Rêveberiya Kenyayê bi helwesteke bêîrade hişt ku Abdullah Ocalan ji avahiya Sefaretxaneya Yewnanîstanê bi rengekî korsanwarî bê revandin.
Rûpela reş ê hiqûqa navneteweyî
Ev serpêhatiya 129 rojan ku di 15ê Sibata 1999an de li Naîrobiyê bi dawî bû, nîşan da ku dema mijar dibe maf û statûya gelê Kurd, pîvanên hiqûq û peymanên navneteweyî çawa ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatine paşguhkirin. Pêvajoya ku bi hevkariya 14 dewletan hatiye meşandin, di dîroka siyasî ya cîhanê de bû mînaka herî eşkere ya bêhiqûqiya li dijî îrade û Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd.













