• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Meclisa Partiyê ya nû ya DEM Partiyê civîna yekem li dar xist

    Meclisa Partiyê ya nû ya DEM Partiyê civîna yekem li dar xist

    ‘Xwedîderketina’ li Sûrê tenê di gotinan de dimîne!

    ‘Xwedîderketina’ li Sûrê tenê di gotinan de dimîne!

    Otomatik taslak

    Li dijî komeleya Kurdî êrişa çekdarî: Kesek hat binçavkirin

    Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

    Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Divê bênavbeynkar bigihîje gel’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Divê bênavbeynkar bigihîje gel’ derket

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Meclisa Partiyê ya nû ya DEM Partiyê civîna yekem li dar xist

    Meclisa Partiyê ya nû ya DEM Partiyê civîna yekem li dar xist

    ‘Xwedîderketina’ li Sûrê tenê di gotinan de dimîne!

    ‘Xwedîderketina’ li Sûrê tenê di gotinan de dimîne!

    Otomatik taslak

    Li dijî komeleya Kurdî êrişa çekdarî: Kesek hat binçavkirin

    Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

    Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Divê bênavbeynkar bigihîje gel’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Divê bênavbeynkar bigihîje gel’ derket

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Metirsiya El Nîno: Pêla herî mezin a 80 salên dawiyê tê

Navenda Nûçeyan / AW

7 ÎLON 2026 - 11:01
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Pisporên meterolojiyê diyar kirin ku fenomena El Nîno dê îsal di asta herî jor ya 80 salên dawiyê de pêk bê û ev yek dê wiraniyek mezin a ekolojîk derbixe holê. Pisporan xwestin ku li hemberî encamên El Nîno derxe holê terbîrên pêwist niha de bên girtin.

Li cîhanê fikara El Nîno zêde dibe. Li gorî pisporên meterolojiyê zêdebûna awarte ya germahiya rûyê deryayê nîşan dide ku îsal fenomena El Nîno dê bigihe pileya herî jor a 80 salên dawiyê. Pispor radigihînin ku ev yek ne tenê li derdora Pasîfîkê, di heman demê de rasterast xetereyeke mezin li ser pileyên germahiya cîhanê û tevahiya pergala atmosferê çê bike.

Dê di meha kanûnê bigehîje asta herî bilind

Li gorî nirxandin û tespîtên pisporên meterolojiyê El Nîno îsal hêj negihiştiye lûtkeya xwe. Tê destnîşankirin ku ev fenomen dê di mehên payizê de hêj bêtir xurt bibe û di meha kanûnê de ku heyama wê ya herî krîtîk e, bigehîje asteke nedîtî û awarte.

Xetereya herî mezin a 80 salên dawî

Pisporên meteorolojiyê hişyariyê didin ku ev krîza El Nîno ya salên 2026-2027an dibe ku di nava 80 salên dawî yên ku qeyd û daneyên hewayê bi rêkûpêk hatine girtin de bibe El Nîno ya herî bihez û xedar. Nîşaneya herî eşkere û zelal a vê hêz û xetereyê jî zêdebûna germahiya rûyê deryayê ya li Herêma Tropîkal a Pasîfîkê ye.

Bandora li ser qeyrana ekolojîk û çandiniyê

Ev guherîna germahiyê xetereya hişkesaliyê, lehiyên wêranker û xerabûna hevsengiya çandiniyê li gelek deverên cîhanê zêde dike. Rêxistinên ekolojiyê balê dikişînin ser vê yekê ku divê hemû dewlet li dijî van guherînên tund ên avhewayê û encamên wê yên aborî zûde tedbîran bigirin.

Derbarê El Nînoyê de 

El Nîno fenomeneke sirûştî ya meteorolojiyê ku wekî encama germbûna awarte ya ava Okyanûsa Pasîfîkê derdikeve holê. Ev bûyer hevsengiya hewayê ya li seranserê cîhanê diguherîne û dibe sedema krîzên mezin ên ekolojîk û aborî. Di heyama El Nîno de, bayên ku ava germ ber bi rojava (Asya) ve dibin lawaz dibin. Ji ber vê yekê, ava germ li rojhilatê Pasîfîkê (nêzîkî Amerîkaya Başûr) dicive û pleyên germahiya deryayê bilind dibin.

Dibe sedema guherînên tund ên avhewayê. Li hinek herêman hişkesalî û germahiya dijwar çêdibe, li hinek herêman jî baranên bi şid, lehiyên wêranker û bahoz rû didin. Germbûna avê rê li ber koçkirina masiyan û guherîna jiyana zindiyên deryayê. El Nîno bi gelemperî her 2 heta 7 salan carekê rû dide û heyama wê di navbera 9 heta 12 mehan de dikişîne, lê carna bandora wê dikare zêdetirî salekê jî berdewam bike.

Etîket: çolbûnEl Nînoguherîna avhewayêPêla Germahiyêşewata daristananziwabûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

NYê ji bo karesata ‘El Nîno’ hişyarî da

NYê ji bo karesata ‘El Nîno’ hişyarî da

2 HEZÎRAN 2026
Neteweyên Yekbûyî hişyarî kir: El Nîno vedigere

Neteweyên Yekbûyî hişyarî kir: El Nîno vedigere

24 NÎSAN 2026
Ji sedî 40ê avzêman ziwa bûn

Ji sedî 40ê avzêman ziwa bûn

24 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî HDK operasyona binçavkirinê: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin

    Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Mûşê angaşta cerdevanekî destdirêjî li kesekî astengdar kiriye: Piştî 14 salan gilî hate kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîs bi awayekî korsan ketin Komeleya Amargiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê ya nû diyar bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Amedê îfadeyên kesên ku hatibûn binçavkirin hat girtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş bîranîn hate lidarxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 1ê ÎLONA 2026

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne