Muhlîs Çîfçî, Mahsûm Yilmaz û jina bi navê Berîvan ên bi hinceta “endamtiya rêxistinê li Manîsayê hatine binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Li Manîsayê di 3yê Îlonê de Rêveberê TUAYDERê Mûhlis Çiftçî, Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Mahsûm Yılmaz û jina bi navê Berîvan, li bajarê Manîsayê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatibûn binçavkirin. Kesên binçavkirî ji heman sûcdariyê sewqî dadgehê hatin kirin û piştî karûbarên îfadeyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.













