Wan – Endama Komelaya Jinan a Starê Pinar Kûtevî derbarê mirina bigûman a Rojîn Kabaîşê de axivî û diyar kir ku Rojîn ne ya ewil, ne jî ya dawî ye û wiha got: “Em çend bêdeng bibin wê ewqas Rojîn bên kuştin, lewma divê jin di nava jiyanê de têkoşînê bikin.”
Li Wanê xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş di 27ê îlona 2024an de winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê li qeraxa Gola Wanê ya dikeve gundê Molla Kasim hat dîtin. Her çend rayedaran xwest mirina biguman a Rojînê weke “întîhar” nîşan bidin jî malbat û saziyên jinan ev yek qebûl nekir û ji bo hînbûna aqûbeta Rojînê dest bi têkoşînê kirin. Pevajoya ku 27ê Îlona 2024an bi windabûna Rojin Kabaîşê dest pê kir, veguherî têkoşîneke edaletê. Tevî ku di rapora yekem de sedema mirinê “xeniqîna di avê de” hatibû diyarkirin jî, di analîzên paşê de li ser bedena wê DNAya du mêran û nîşaneya dermanan a ku dibe sedema sistbûna masûlkeyan hat tespîtkirin. Malbat û parêzeran diyarkirin ku ev yek nîşana cinayetê ye û gavên hiqûqî avêtin. Îro lêpirsîn li ser gumanên kuştinê dewam dike.
Endama Komelaya Jinan a Starê Pinar Kûtevî derheqê doza Rojîn Kabaîş û têkoşîna jinan a li dijî tundiyê de axivî.
‘Doza Rojînê hêj di qonaxa lêkolînê de ye’
Pinar Kûtevî da zanîn ku doza Rojînê hêj di asta lêkolînê de ye û nizanin ka bûyer çawa qewimî ye. Pinar Kûtevî diyar kir ku parêzer û malbat ji bo ronîkirina bûyerê têdikoşin û wiha got: “Em jî dibêjin divê mirina Rojînê neyê bê ronîkirin û telefona wê, kesên ku li gel hevdîtin kiriye hwd. bên lêkolîn kirin û heke hebe sûcdar an jî sûcdaran derbixin holê. Qetilkirina Rojînê ji bo civakê mînakeke mezin e. Divê ji her alî ve lêkolînek bi bandor bê kirin û her tişt bi zelalî bên ragihandin. Divê saziyên jinan, ciwanan û hemû saziyên civakî destê bidin destê hevûdû û lêkolîn bikin ku doz bi encam bibe.”
‘Divê jin dest ji têkoşînê bernedin’
Pinar Kûtevî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Rojîn ne ya ewil e û ne jî dawî ye û got ku her roj jin tên kuştin. Pinar Kûtevî anî ziman ku divê jin li dijî tundî û kuştinê dest ji têkoşîna xwe bernedin û wiha pê de çû: “Em çend bêdeng bibin wê ewqas Rojîn bên kuştin, lewma divê jin di nava jiyanê de têkoşînê bimeşînin. Divê li dijî neheqiyan dengê xwe bilind bikin û saziyan de cîh bigirin. Bila perwerde û atolyeyan de jî cîh bigirin û di nava civakê de jî perwerdehiyê zêde bikin. Bila jin xwe rêxistin bikin û bizanin ku ew tenê nîn in.”
‘Polîtîkayên bêcezahiştinê qebûl nekin’
Bi domdarî Pinar Kûtevî bi lêv kir ku divê têkoşîna li dijî tundiyê bê xurtkirin û da zanîn ku divê polîtîkayên bêcezahiştinê jî neyên qebûlkirin. Pinar Kûtevî destnîşan kir ku hişmendiya mêrparêz û desthilat tundiyê li ser jinan dimeşîne û wiha axivî: “Divê em vê tundiyê qebûl nekin û bê deng nemînin. Hewce ye em li dijî kuştina jinan xwe bihêz bikin, ji ber ku tirs pirsgirêkan mezintir dike. Hişmendiya zilam-dewlet ev tirs bi hezaran salan e li ser jinê ava kiriye û jin heps kiriye. Lewma divê em jî netirsin û pêş ve biçin. Gelek saziyên me yên jinan hene, jin dikarin serî li van deran bidin û ji aliyê derûnî, hiqûqî hwd. alîkarî bistînin.”











