Bi boneya kûrbûna rageşiya di navbera Îran û DYAyê de Washington planên xwe yên leşkerî yên li herêmê diguherîne. Hate ragihandin ku Pentagonê wezîfeya yekîneyên leşkerî yên li Rojhilata Navîn bi aweyek bêdeng dirêj kiriye û amadekariyên ji bo pevçûnek demdirêj dike.
Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ku dispêre çavkaniyên ewlehiyê, Wezîrê Parastinê yê DYAyê bi serokatiya Pete Hegseth, dema mayîna leşkerên ku li Rojhilata Navîn hatine bicihkirin, dirêj kiriye. Hat îdiakirin ku Hegseth bi taybetî dema mayîna hin yekîneyên li derdora Tengava Hurmuzê bi awayek bêdengî dirêj kiriye.
Angaşta ‘amadekariya şerekî demdirêj’
Çavkaniyên ku agahî dan rojnameyê diyar kirin ku armanca sereke ya li pişt vê gavê ew e ku li hemberî Îranê vebijarkên leşkerî yên cur bi cur ji Serokê DYEyê Donald Trump re bên pêşkêşkirin. Bi dirêjkirina şer re, Pentagonê planên xwe yên bicihkirinê yên li herêmê berfireh kirine; di nav de keştiyên şer, yekîneyên parastina hewayî û leşkerên peraşûtê jî hene ku dê demeke dirêj li herêmê bimînin.













