• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
18 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Otomatik taslak

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Platforma Şiyar Be: Em ê bi hev re Farqînê biparêzin

    Stranbêj Yûnûs Coşkûn jiyana xwe ji dest da

    Stranbêj Yûnûs Coşkûn jiyana xwe ji dest da

    ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

    ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Otomatik taslak

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Platforma Şiyar Be: Em ê bi hev re Farqînê biparêzin

    Stranbêj Yûnûs Coşkûn jiyana xwe ji dest da

    Stranbêj Yûnûs Coşkûn jiyana xwe ji dest da

    ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

    ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Amed / AW

30 TEBAX 2026 - 12:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin. Di merasîmê de hat diyarkirin ku ew ji bo Kurd û Kurdistanê têkoşiya û têkoşîna wî mînaka lehengiyek mezin bû û xwedî têkoşîna wî derkevin.

Siyasetmedarê Kurd û şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, ji ber nexweşiya KOAHê li Amedê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet û li beşa lênêrîna lezgîn dihat dermankirin. Lê Mehdî Zana duh êvarê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Ji bo bîranîna Mehdî Zana li ber avahiya xizmetê ya sereke ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê merasîma cenazeyê hat lidarxistin. Malbata Mehdî Zana, Leyla Zana û zarokên wan Ronahî Zana, Rûken Zana, Parlamenterên DEM Partiyê, siyasetmedar, Dayikên Aştiyê, rewşenbîr, endam û nûnerên saziyên sivîl yên civakî û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Li pêşiya avahiya şaredariyê wêneyê Mehdî Zana hate daliqandin û tabuta Mehdî Zana bi ala kesk, sor û zer û kulîlkan hat xemilandin. Li ser navê Malbatê Leyla Zana û parlamenterên DEM Partiyê sersaxiyê qebûl kirin. Bernamê ewilî bi xwendina diayan dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.

‘Tevî hemû zextan jî tu carî têkiliya navbera wî û gel neqetiya’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku ew ji ber dilovaniya Mehdî Zana gelek xemgîn in û wiha got: “Serê gelê Kurd û Kurdistanê sax be. Mehdî Zana hafizaya wî bajarî ye. Di wê serdemê de bûyîna serokê şaredariya vî gelî bi berdêlên mezin bû. Di derbeya 12yê Îlonê de ji peywira xwe hat girtin û li hejmar 5 rastî îşkenceyê hat. Tevî hemû zextan jî tu carî têkiliya navbera wî û gel neqetiya. Di serdemên ku îradeya bijartiyan dihat înkar kirin de, nasname û zimanê gelê Kurd dihatin tune hesibandin re derbas bû. Li dijî vê sekinî û li ber xwe da. Ji bo ku hafizayek dîsa dubare bibe em îro li pêşiya şaredariyê bîranînê pêk tînin. Mîrasa ku wî ji me re hiştiye nîşan dide ku xwedîderketina li îrade û rûmeta gel berpirsyariyeke dîrokî ye. Serê gelê me sax be. Em ê têkoşîna wî bidomînin.”

‘Em ê xwedî li têkoşîna wî derkevin’

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî bal kişand ser têkoşîna Mehdî Zana û ev tişt anî ziman: “Serê gelê me sax be. Ji bo azadiya gelê xwe, ji bo gelan têkoşîna sosyalîzm û demokrasiyê da. Kêm mirov li bajarekî şopê dihêlin. Mamoste jî yek ji wan bû. Serê gelê Amedê sax be. Em ê xwedî li têkoşîna wî derkevin.”

‘Li zindanê li ber xwe da’

Rêhevalê Mehdî Zana yê zindanê Abdullah Kanat jî da zanîn ku serê gelê Kurd û malbatê sax be û wiha axivî: “Ew hevalekî leheng bû, di zindanê de û di dîrokê de wisa hat zanîn. Wî di berxwedana zindanê de lehengiyeke mezin nîşan da. Di dîroka têkoşîna me de xalên werçerxînê yên girîng hene. Zindana Hejmar 5 jî yek ji van serdeman e. 50 salên têkoşînê jî salên lehengiyê ne. Hevalê Mehdî di zindanê de hevalekî şoreşger bû ku rola xwe ya pêşengiyê anî cih. Di hilbijartinên serokatiya şaredariyê de bi dengên pir mezin hat hilbijartin. Di serdema 12yê Îlonê de rastî îşkenceyên dijwar hat. Ji ber ku hem serokê şaredariyê bû hem jî di nava berxwedanê de bû, ev bû sedem ku dijmin berê xwe bide wî. Berxwedana zindanê van rojan afirand. Pêvajoyeke nû hat destpêkirin. Şehîdên şoreşê û şehîdên aştiyê di çêbûna vê pêvajoyê de roleke girîng lîstin. Em li ber şehadeta hevalê Mehdî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Piştî merasîmê girse ber bi Mizgefta Mezin ve meşiyan û dê saet di 13:00an de li Mizgefta Mezin wecîbeyên olî bê kirin û piştî wê Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê bê definkirin.

Her wiha sersaxî dê li Mala Şînê ya Licêyiyan were qebûlkirin.

Etîket: Mehdî ZanaSaredariya Bajare Mezin a Amede
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredariya Amedê, Tesîsên Civakî ya Hamravatê vekir

Şaredariya Amedê, Tesîsên Civakî ya Hamravatê vekir

11 COTMEH 2026
Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

2 ÎLON 2026
Tûlay Hatîmogullari serdana şîna Mehdî Zana kir

Tûlay Hatîmogullari serdana şîna Mehdî Zana kir

1 ÎLON 2026
Bakirhan serdana şîna Zana kir: Mehdî Zana berxwedan û helwest e

Bakirhan serdana şîna Zana kir: Mehdî Zana berxwedan û helwest e

31 TEBAX 2026
Erdogan ji Leyla Zanayê re sersaxî xwest

Erdogan ji Leyla Zanayê re sersaxî xwest

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kurdistanê koçberî: Wanî li Wanê nasekinin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne