Amed – Hevserokê DBPê ya Amedê Ahmet Dogan destnîşan kir ku di 1ê Îlonê de dê ji bo civakeke demokratîk û ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên di zindanê de ne bimeşîn.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê bi dirûşma ‘Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve’ meşek li Amedê were lidarxistin. Meş dê saet di 18.00an de li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezanê dest pê bike û heta Plazaya AZCê ya Semta Ofîsê ya Amedê berdewam bike.
Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) yê Amedê Ahmet Dogan ji bo meşa 1ê Îlonê ji ajansa me re axivî.
‘Em ê dengê xwe bilind bikin’
Ahmet Dogan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya meşa 1ê îlonê ya ku dê li Amedê bê lidarxistin û wiha got: “1ê Îlonê li çar aliyên cîhanê wekî Roja Aştiyê ya Cîhanê hat îlankirin. Lê belê, ji bo me tenê ev wate nîn e ji bo gelê Kurd ev wate hîn kûrtir e, ji ber ku nêzî 50 salan e li Kurdistanê şerekî mezin dihate jiyîn. Çend roj berê gelek şehîd hatin ragihandin, bîranînên wan hatin lidarxistin. Di şînê de ruhê netewî, ruhê ku manewiyatê xurt dike, derket holê. Em ê bi têkoşîna xwe, bi meşên xwe, bi çalakiyên xwe, bi baweriyeke demokratîk dengê xwe bilind bikin.”
‘Di 1ê Îlonê de em ê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo bimeşin’

Ahmet Dogan destnîşan kir ku gelê Kurd nêzî du sal in di nav pêvajoyeke aştiyê de ye û ev tişt anî ziman: “Ji 27ê Sibatê ve bi pêşengiya Rêber Apo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku hatiye destpêkirin, didome. Em baş dizanin ku ezmûna cîhanê ya bi salan nîşan dide, heta mirov têkoşîna xwe neke, kes mafekî nade. Ji ber vê yekê, bi rê û rebazên demokratîk, em ê vê rojê, wateya vê rojê û di heman demê de azadiya Rêber Apo bikin armanc. Em dixwazin di 1ê Îlonê de jî bi meşekî ji bo azadiya Rêber Apo û rêhevalên wî yên ku îro di girtîgehan de ne, meşeke demokratîk li dar bixin.”
‘Bila temamî cîhan dengê me bibihîze’
Di dawiya axaftina xwe de Ahmet Dogan bang ji gelê Amedê kir û wiha got: “Em baş dizanin ku rê û rebazên me yên civaka demokratîk, tarzê civaka demokratîk, paradîgmaya civaka demokratîk, tenê bi rûniştinê pêk nayê, ji bo wê yekê xebat û dengderxistin lazim e. Ji ber vê yekê em dixwazin 1ê Îlonê ku roja Aştiyê ya Cîhanê ye, bikin wek pêngava azadiya Rêber Apo û rêhevalên wî. Em dixwazin ew roj bi 10 hezaran gelê me tev li bibe, hêz bidin me, em dest bidin hev, mil bidin hev. Em ê azadiya Rêber Apo bixwazin, em ê azadiya hevalên zindanê ne bixwazin, em ê azadiya gelê Kurd bixwazin. Bila cîhan, bila gelê Tirk û gelê Kurdistanê dengê me bibihîzin.”












