Di hezaza li sînorê Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê û Nepalê ji ber lehî û hezazê herî kêm 165 kes mirin, zêdeyî 1.300 kes jî winda ne. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê didomin.
Li sînorê Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê û Nepalê duh lehî û hezazên tund çêbûn û herêmeke mezin ji ber hezazê hilwerşiya. Di karesatan de herî kêm 165 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 1.300 kes jî winda ne.
Rayedarên Nepalê ragihandin ku ji 823 kesan agahî nayê girtin. Hat diyarkirin ku di nava windayan de 579 turîst hene, ji vane 393 kes biyanî ne. Rayedarên Çînê jî ragihand ku li Tîbetê 558 kes winda ne.













