• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
16 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Enqereyê kuştina Sîpan Hiznî û bûyerên li Rojava qewimîne hatin şermezarkirin

    Li Enqereyê kuştina Sîpan Hiznî û bûyerên li Rojava qewimîne hatin şermezarkirin

    ‘Tu zext nikare pêşiya azadiya jinan bigire’

    ‘Tu zext nikare pêşiya azadiya jinan bigire’

    ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

    ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

    Daxuyaniyên Jîna Emînî: Em ê bibin serhildana Jînayê

    Daxuyaniyên Jîna Emînî: Em ê bibin serhildana Jînayê

    ‘Divê Kurdî ne derseke bijarte, lê zimanê perwerdehiyê be’

    ‘Divê Kurdî ne derseke bijarte, lê zimanê perwerdehiyê be’

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

    ‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Riha / AW

16 ÎLON 2026 - 18:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Komeleya Lêkolînên Zimanê Kurdî (ZIMANGER) a Rihayê bi boneya destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê daxuyanî da û destnîşan kir ku zimanê Kurdî nabe mijara dersên hilbijartî û hat gotin: “Pêwîste ku Kurdî ji pêşdibistanê hetanî zanîngehê di makezagonê de cih bigire.”

Komeleya Lêkolînên Zimanê Kurdî (ZIMANGER) a Rihayê, bi boneya destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê ya 2026-2027an, ji Parka Elî Şellî heta daxuyanî da çapemeniyê. Di meşê de dowîzên “Zimanê me hebûna me ye”, “Kurdî dayika me ye”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Ziwanê min qedexe meke”, “Ma statuyê bi Kurdî wazenê” û pankartên “Ziman jiyan e, jiyan ziman e”, “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” hatin vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka ZIMANGER a Rihayê Parêzer Esma Şengul ve hat xwendin.

Destpêkê Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nîhat Demîrbîleklî axivî û diyar kir ku ew Kurd in û welatê wan Kurdistan e û got: “Îro behsa statuta zimanê Kurdî tê kirin. Lê em dibînîn ku hêj jî li hember zimanê gelê Kurd nerazîbûn heye. Heke behsa pêvajoya aştî tê kirin divê zîman Kurdî bibe xwedî statu. Divê dayikên me zarokên xwe re Kurdî buaxivin. Em nahêlin zimanê me di bin zimanekî din de bibîne û bê winda kirin. Bijî zimanê Kurdî, bijî Kurd û Kurdistan.”

‘Em ê her qada jiyanê de xwedî zimanê xwe derbikevin’

Piştre Parlementerê DEM Partiyê Omer Ocalan destnîşan kir ku xwedîderketina zimanê dayikê gelek girîng e û wiha axivî: “Bi sed hezaran zarokên Kurdan dest pê dibistanê kirin lê hemu zimanê xwe bêpar hatin hiştîn. Sed sal in li ser milletê me siyaseta tunebûnê tê meşandin. Lê em neheqiyê li ser zîmanê xwe qebûl nakin û em ê bimeşîn. Li parlamentoya Tirkiyeyê gelek hevdîtîn hatin pêşxistin lê hêj jî zimanê Kurdî wek zimanê nezan tê pênasekirin. Em ê her qada jiyanê de xwedî zimanê xwe derbikevin. Çawa dibistana zimanê tirkî tê bikaranîn, ji bo Kurdan jî zimanê Kurdî dê were qebûlkirin.”

‘Ziman peyivîna heqîqetê ye’

Esma Şengul di destpêka daxuyaniyê de bala kişand ser girîngiya zimanê dayikê û wiha got: “Mirovahî bi civakîbûnê ye, civakîbûn jî bi zimên e. Lewma jî ti mirov bêyî civakê û ti civak jî bêyî ziman nikare bijî. Nexwe civak heqîqet e, ziman jî peyivîna heqîqetê ye. Qedexekirin û pêkûtiyên li dijî zimên, êrîşa li hemberî heqîqetê ye. Tu hêz nikare heqîqetê nehesibîne; çimkî heqîqet berxwedêr e û navê wê ziman e.”

‘Kurdî nabe mijara dersên hilbijartî’

Esma Şengul bi bîr xist ku Kurdî bi dîrok û dewlemendiya xwe zimanekî kûr e û axaftina xwe wiha domand: “Gelê Kurd gelê axê yê herî qedîm e. Kurdî bi Elî Teremexî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Apê Mûsa xwe bi dinyayê daye nasîn. Tevî hemû qedexe, pêkutî û dijwariyên dîroka Mezopotamyayê jî Kurdî xwe bi dinyayê daye pejirandin û statu heq kiriye. Ji ber ku Kurdî xwe bi her awayî îspat kiriye, qet ne mijara ‘dersên hilbijartî’ ye. Yên ku bi zimanekî derveyî Kurdî dipeyivin dikarin bi riya dersên hilbijartî fêrî Kurdî jî bibin. Lê ji bo Kurdî bi xwe, şert e ku ji pêşdibistanê hetanî zanîngehê gav bi gav di makezagonê de cih bigire û di kiryarê de jiyanî bibe.”

Esma Şengul di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna ji bo zimanê Kurdî û ev bang kir: “Em statuya Kurdî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî bi têkoşîna xwe ferz dikin û bi awayekî defakto pêk tînin; em ê her tim pêk bînin jî. Bijî perwerdehiya bi zimanê dayikê, bijî wekhevî û aştiya civaka demokratîk!”

Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê kuştina Sîpan Hiznî û bûyerên li Rojava qewimîne hatin şermezarkirin

Li Enqereyê kuştina Sîpan Hiznî û bûyerên li Rojava qewimîne hatin şermezarkirin

16 ÎLON 2026
‘Tu zext nikare pêşiya azadiya jinan bigire’

‘Tu zext nikare pêşiya azadiya jinan bigire’

16 ÎLON 2026
Daxuyaniyên Jîna Emînî: Em ê bibin serhildana Jînayê

Daxuyaniyên Jîna Emînî: Em ê bibin serhildana Jînayê

16 ÎLON 2026
‘Divê Kurdî ne derseke bijarte, lê zimanê perwerdehiyê be’

‘Divê Kurdî ne derseke bijarte, lê zimanê perwerdehiyê be’

16 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
Ji Platforma JÎNA banga domandin û xurtkirina têkoşînê

Ji Platforma JÎNA banga domandin û xurtkirina têkoşînê

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne