Wan – Welatiyên Wanî di derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û dernexistina qanûnan de axivîn û gotin: “Pêvajo bi yek alî nameşe, lazim e dewlet demildest gavên pêwîst bavêje, qanûnan derbixe da ku gerîla karibin werin û siyasetê bikin.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 27ê Sibata 2025an bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest pê kir û hêj jî didome. Di vê pêvajoyê de ji xwe fesixkrina PKKê bigire heta şewitandina çekan Tevgera Azadiyê ya Kurdan ji siyaset, hiqûq û rêbazên demokratîk têkevin dewrê gelek gavên şênber avêtin. Lê ruxmê van gavên dîrokî jî dewletê ji xeynî avakirina komîsyona meclisê tu gavên şênber neavêtin, qanûnên pêwîst amade nekir.
Welatiyên Wanê derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, amade nekirina qanûna çarçoveyî de axivîn.
Divê Ocalan û hemû girtî bên berdan
Welatî diyar kirin ku gele Kurd di her alî de berdêlên giran dane, divê êdî ev şer bisekine û gotin: “Pêvajo bi yek alî nameşe, pêwîst e dewlet demildest gavên şênber bavêje, qanûnan derbixe da ku gerîla karibe were siyasetê bike. Gere ev qanûna tê amadekirin statuya gelê Kurd qebûl bike û li gel Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan.”


















