TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di salvegera kuştina Jîna Emînî de daxuyanî dan û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tu rejîm û polîtîkayên zextê nikarin pêşiya azadiya jinan bigirin û bang kirin ku Pêxşan Ezîzî û hemû girtiyên siyasî yên jin bên berdan.
Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê û TJAyê têkildarî salvegera kuştina Jina Mahsa Emînî ya ku ji aliyê polîsên exlaqê yên İranê ve hate îşkencekirin û di 16ê İlona 2022yan de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li ber Parka Novadayê ya Rihayê daxuyanî da.
Metna daxuyaniyê berdevka Meclîsa Jinan a Rihayê Zubeyde İstek xwend.
‘Vîna azadiyê nehat tepisandin’
Zubeyde Îstek bi bîr xist ku piştî kuştina Jîna Emînî, rêjîma Îranê ji bo tepisandina serhildana jinan her cûre amûrên tundiyê xistine dewrê, bi sedan jin hatine girtin û bi dehan kes bi cezayê îdamê hatine darizandin û tevî van hemû zext û gefan jî vîn û serhildana azadiyê ya jinan nehatiye tepisandin û got: “Dirûşma “Jin Jiyan Azadî” îro li çar aliyên cîhanê ji bo maf û azadiya jinan deng vedide. Zubeyde Îstek anî ziman ku her cûre serdestiya li ser bedenc û jiyana jinan rûyên cihêreng ên pergala mêrsalar in û diyar kir ku li dijî polîtîkayên bêdengkirin û tengkirina qadên jiyanê, têkoşîna rêxistinkirî ya jinan dê her ku biçe mezin bibe.”
‘Dengê jinan sînoran derbas dike’
Zubeyde Îstek bal kişand ser hevgirtina jinan a li kolan, girtîgeh, zanîngeh û hemû qadên jiyanê û diyar kir ku dema jin tên cem hev tu rêjîmeke zextê nikare her tiştî li ser piyan bimîne û wiha pê de çû: “Tu desthilatdariya ku xwe dispêre zext û tundiyê nikare mayînde bibe. divê dawî li êrîş û polîtîkayên zextê bê anîn, Pexşan Ezîzî ya ku bi cezayê darvekirinê tê darizandin û hemû girtiyên siyasî yên jin serbest bêne berdan û daxwazên gelê Îranê yên ji bo demokrasiyê bêne bersivandin. Tu rêjîm û polîtîkaya zextê nikare rê li ber azadiya jinan bigire, ew ê hevgirtina jinan a ku sînoran derbas dike mezin bikin û ew ê Jîna Emînî ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.”
Daxuyanî bi lêdana çepikan û berzkirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.













