• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Têkoşîna xwe digihîne çiyayên Kurdistanê: Şîlan Sulum

Omer Demîr / AW

30 ÎLON 2026 - 09:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Şîlan Sulum li Nisêbînê tê dinê û lê li pêşiya girtîgehan û di rêya koçberiyê de mezin dibe. Şerê Kobanî, komkujiyên li dijî gelê Kurd pêk tên, zext û zordariya dewletê, bandora xwe li ser Şîlanê dike û li her derê Stenbolê di nava xebatan de cih digire lê dixwaze têkoşîna xwe bigihijîne astekî bilind û ji ber vê yekê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Ew di 9ê Kanûna sala 2016an de li devera Garê ya başûrê Kurdstanê jiyana xwe ji dest dide.

Nisêbîn di erdnigariya Kurdistanê de wekî cihê berxwedan û raperînê tê nasîn. Bi salan e, herdem li ber xwe daye û têkoşînekî mezin li dîrokê nivîsandî ye. Bi sedan keç û xortên Nisêbînê ku li bajarê xwe hînî azadî, berxwedan û raperînê bûne, berê xwe dane têkoşînê. Bi sedan ciwanê Nisêbînê canê xwe ji bo azadiya gelê xwe fedakirine. Yek ji wan lehengan Şîlan Sulum (Amara Çiya) e. Ji Nisêbînê, Îzmîtê, li Îzmîtê Stenbolê û li Stenbolê ber bi çiyayên Kurdistanê ve. Şîlan Sulum cihê ku lê dijî vegerandiya cihê berxwedanê.

Ji biçûkbûna xwe ve hînî rêya koçberiyê dibe

Li Nisêbînê bavê Şîlan Bedrettin Sulum di nava xebatan de cih digire. Wê demê kesên ku tev li xebatan dibûn rastî êrişên dewletê dihatin. Bedrettîn Sulum jî vê rastiyê bi nêz ve dijî. Piştî demekî zext û zordariya li ser malbata Sulum zêdetir dibe û Bedrettîn Sulum tê girtin. Dayik Atiye dem hevjînê wê dikeve girtîgehê ducanî ye. Dema ku Bedrettîn di girtîgehê de ye Şîlan li Nisêbînê tê dinê. Bav Bedrettîn Sulum cara yekemîn di girtîgehê de keça xwe dibîne. Li girtîgehê keça xwe hembez dike û behna wî dikişine nava xwe. Tevahî endamên malbata Sulum li pêşiya girtîgehan rastiya Kurdan dibînin. Piştî demekî ji ber rewşa aborî, gef û zexta dewletê malbata Sulum di sala 2001an de koçî Îzmîta Kocaleliyê dike. Şîlan Sulum hê ji biçûkbûna xwe ve hînî rêya koçberiyê dibe.

‘Şîlan girêdayî malbat, nirx û welatê xwe bû’

Bav Bedrettîn Sulum di Girtîgeha Amedê de bi îşkenceyên dewletê re rûbirû dimîne û dikeve greva rojiya mirinê. Piştî 3 salan bav Bedrett^şn Sulum tê berdan, ew jî diçe gel malbata xwe ya li Îzmîtê ne. Lê rewşa tenduristiya wî ji ber greva rojiya mirinê xira dibe û divê tedawî bibe. Lê ji ber rewşa aborî nikare tedawî bibe û Şîlan Sulum û malbata wê cara duyemîn dikeve ser rêya koçberiyê û tên navçeya Beyoglûya Stenbolê. Lê li Stenbolê jî heman rewş malbatê pêşwazî dike û bav Bedrettîn Sulum dîsa tê girtin. Malbat êdî di nava têkoşîna siyasî û aborî de ye. Şîlan girêdayî malbat, nirx û welatê xwe mezin dibe. Li Stenbolê bav Bedrettîn Sulum dîsa tê girtin û wî dişinin Girtîgeha Kandirayê. Şîlan bi dayika xwe re diçe hevdîtina bavê xwe. Di hevdîtinê de ji ber Kurdî diaxive telefon tê qutkirin. Li dijî vê yekê Şîlan hêrs dibe û telefonê camê dixe. Şîlan li dijî astengiya Kurdî êdî naxwaze biçe hevdîtinan û ji bavê xwe name dişîne û dibêje ‘êdî ez nayêm, em nameyan ji hevdu re bişînin.’

Zext û zordariya li ser gelê Kurd bandora xwe li ser Şîlan dike

Şîlan êdî dibe ciwaneke zîrek, di nava xebatan de cih digire. Di nava mala xwe de li dijî neheqiyê disekine. Naxwaze tenê karûbarên malê bike û dixwaze karbeşî were kirin. Bav dibêje qey şîrket in, Şîlan ji bavê xwe re dibêje: malbat jî şîrketekî ye. Dema şerê Kobanî, komkujiyên DAIŞê û zextên li ser gelê Kurd bandorê li ser Şîlan dike. Naxwaze ji malê derkeve û bi tu kesî re neaxive. Şîlan êdî naxwaze here dibistanê jî û dev jê dibistanê berdide. Li Stenbolê rojekî meşekê tê lidarxistin. Şîlan jî tev li wê meşê dibe. Êdî Şîlan li her derî ji bo gelê xwe têdikoşe. Çalakî, daxuyanî û xebat li ku be Şîlan jî li wir e. Sala 2015an e êdî xebatên li Stenbolê têra Şîlan nake û li Stenbolê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Ev têkoşerê mezin 9ê Kanûna di sala 2016an de li Gareyê şehîd dikeve.

‘Ez bi keça xwe serbilind bûm’

Bav Bedrettîn Sulum diyar kir ku Şîlan hê ji biçûkbûna xwe ve zext û zordariya dewletê dibîne û wiha got: “Şîlan ji min re digot ‘çima te digirin, çima polîs diavêjin li ser mala me?’ Şîlan bi van gotinan mezin bû. Ez dîsa hatim girtin, ji ber em di hevdîtinê de Kurdî axivîn rastî astengiyê hatin. Şîlan li dijî wê gelek hêrs bû û êdî nexwest were hevdîtinê. Beriya ku ez werim berdan Şîlan ji me re borek û kek çêkiribû ji me re anîbû. Piştî ez ji girtîgehê derketim min dît ku Şîlan roj bi roj nayê malê. Rojekî di nava malê de bi birayê xwe re ket nava nîqaşê, min fêm kir ku keça min kesek xwedî zana ye. Min jê re got; kî li dijî te zilmê bike ji min re bibêje. Piştî wê demê em bûn hevalê hev. Şerê li Kobanî û zordariyên wê demê li ser Şîlanê gelek bandor kir û ji bo wê dest ji dibistanê jî berda. Min got ez te bişînim dibistanekî din lê qebûl nekir. Min ji bo Şîlan baş bibe 2 bizin jê re anî lê Şîlan dîsa jî baş nabû. Piştî demekî Şîlan dîsa tev li çalakiyan bû, jixwe piştî demekî çû. Piştî ku ez hîn bûn tevlibûye ez kêyxweşbûm û bi keça xwe serbilindbûm.”

‘Ez nayêm heke bixwazin bila ew werin’

Bedrettîn Sulum anî ziman ku piştî Şîlan tev li bûye ew jî çûye Mexmûrê gel keça xwe û wiha axivî: “Li Mexmûrê min keça xwe dît. 2 rojan min keça xwe dît. Roja dawiyê min ji keça xwe xatir xwest û me hevdu hembêz kir. Keça min ji min re qala jiyana li wir kir. Gelek hez ji henê dikir. Di rojbûna xwe de hevalên wê pora wê henê kiribûn. Keça min bi daxwaziya azadî, serfirazî û azadbûna Kurdistanê tev li bûbû. Keça min ji min re gotibû ‘bi rûniştê nabe.’ Dayika wê dixwest vegere, Şîlan ji min re gotibû “ez nayêm heke bixwazin bila ew werin.” Tenê daxwazekî me heye, em dixwazin gora keça xwe bibînin û gora wê bînin welat.”

Etîket: Amara ÇiyaBedrettîn SulumŞîlan Sulum
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne