*Kongreya Dêrûnnasiyê ya Mezopotamyayê ku li Amedê tê li dar xistin dê li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di roja duyemîn de berdewam bike (10.00-18.00)
2- Pêşengeha pirtukan ya ku bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAPê li Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin îro dest pê dike û dê heta 4ê Cotmehê bidome. (10:00/19:00)
3- Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDa Amed û Êlihê dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” bidomînin. (12:00)
4- Platforma Tekoşîna Li Dijî Hişbirê dê bi dirûşma “Amed li dijî Tiryakê Radibe Ser Piyan’ li jêra Mizgefta Hz. Suleyman a navçeya Surê ya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14:30)













