• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nûrhaq Ararat: Ciwan dê bi Newrozê xwe nû û zana bikin

Navenda Nûçeyan/ AW

20 ADAR 2026 - 12:08
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Nûrhaq Ararat destnîşan kir ku karakterê Newrozê dişibe karakterê ciwanan û got: “Newroz nûbûn û avabûn e. Ciwan dê bi Newrozê xwe nû û zana bikin.”

Li Kurdistan û gelek navendên Tirkiye û Cîhanê li gelek navendan bi coşeke mezin pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin. Bi boneye pîrozbahiyan ji bo Newrozê nirxandinên têkoşîn, serhildan, berxwedan, cejna neteweyî tên kirin.

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Nûrhaq Ararat derbarê girîngiya Newrozê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.

‘Şahidiya Newroza Amedê fersendeke mezin bû’

Nûrhaq Ararat di destpêka axaftina xwe de Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla, gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz kir û da zanîn ku Newroz tê wateya nûbûn û jinûve avabûnê. Nûrhaq Ararat derbarê bîranîna xwe ya di dema diçû zanîngehê û bi heqîqeta Newrozê jiyaye wiha got: “Ji bo min firsendeke mezin bû ku li paytexta Kurdistanê Amedê Newrozê bi coş û ruhê wê yê xweser bibînim. Di Newroza Amedê de min şahidî ji kombûneke girseyî re kir ku ji çar aliyên Kurdistanê tevlîbûne çêbû. Bi milyonan mirov qada Newrozê dagirî bûn. Moral û coş bêhempa bû. Di dema Newrozê de bangek hate kirin ku wê ber bi nîvro meşeke girseyî bê lidarxistin.

‘Bi Newrozê re min Rêber Apo nas kir, nivîsên wî xwendin’

Di meşê de jin û ciwanan pêşengiyeke xurt kirin. Di dema meşê de dirûşma ‘Bijî Rêber Apo’ li ser zimanê jin, ciwan, extiyar, zarok her kesî bû. Me bi vê coş û kelecanê ji qada Newrozê dest bi meşê kir. Di meşê de ku bi milyonan mirov tevlî bûn bi yek dengî dirûşma ‘Bijî Rêber Apo’ hate qîrîn. Dema ku meşê destpê kir, tirs kete dilê dijmin. Di heman kêliyê de dijmin bi hemû hêz û wesayitên xwe yên leşkerî xwe vekişand nava qereqolan. Min bi xwe ev yek dît. Ev rastî careke din diyar bû; dilsoziya gelê Kurdistanê bi taybetî jî ya jin û ciwanan a bi Rêber Apo re bêhempa ye. Ti hêz û dijmin nikare li pêşiya vê meşê bibe asteng. Newroza Amedê ya sala 2011an Newroza destpêkê bû ku tevlî bûm. Lewma Newroza 2011an bi vî rengî bandoreke mezin li min kir. Piştî vê bandorê min tevger bêhtir nas kir, nivîsên Rêber Apo xwend û tevlî nava tevgera azadiyê bûm.”

Newroz ji bo gelan

Nûrhaq Ararat li ser bandora berxwedana Newrozê ya li tevgera ciwanan got, “Cejna Newrozê ne tenê ji bo gelê Kurdistanê ye, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke mezin e û manewiyata wê heye. Bêguman ji bo ciwanên Kurdistanî xwedî qîmet û wateyeke hîn xweser e.”

Karakterê Newrozê dişîbe yê ciwanan: Nûbûn û avabûn

Nûrhaq Ararat diyar kir ku Cejna Newrozê demsala biharê ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Di demsala biharê de xweser, daxwaza azadiyê, nûbûn û dewlemendiyê timî datîne holê. Karakterê Newrozê jî bi giranî dişibe nasnameya ciwanan. Dema ku mirov nasnameya ciwanan pênase bikin dikarin bibêjin; di nasnameya ciwanan de her tim nûbûn û avabûn heye; herikîn û zindîbûn heye. Ji ber vê jî nasnameya ciwanan û tê wateya nasnameya Newrozê. Yên ku herî zêde bi heqîqeta Newrozê zanin û hîs dikin, ciwan in.”

‘Bi Newroz re ciwan dê xwe nû bikin’

Nûrhaq Ararat ragihand ku di vê pêvajoyê de ji bo gelê Kurd, ji bo Rojhilata Navîn, ji bo jin û ciwanan Newroz xwedî wateyeke girîng e û got, “Rêber Apo pêvajoyeke nû da destpêkirin. Bi Newrozên salên bihurî re tevgera azadiyê kedeke mezin da, mîrateyeke afirand, hebûna gelê Kurd ispat kir û ava kir. Bi wesîleya vê Newrozê ciwanên Kurdistanê wê li ser xeta sosyalîzma demokratîk xwe nû û zane bikin. Ciwan divê li ser vê bingehê li ser bingeha heqîqeta komunîzm û sosyalîzmê xwe ava bikin. Ji her alî ve ber bi azadiyê ve bimeşin. Di meşa pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de divê têkoşîna xwe mezin bikin û xwe bigihînin encamê.”

Etîket: AvabûnEndamê Koordînasyona Komalên Ciwan Nûrhaq AraratKarakterê NewrozêNûbûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne