Li ser sînorê rojava û bakurê Kurdistanê agir bi zeviyên pûş ketiye û her ku diçe nêzî Cizîrê û Endîwerî dibe.
Li derdora gundên Cidêd û Ernebatê agirê ku bi zeviyên nav sînorê rojava û bakurê Kurdistanê ketî her ku diçe nêzî navçeya Cizîrê ya Şirnexê û bajaroka Endîwerî ya navçeya Dêrika Hemko dibe. Her çiqas tîmên agirkuj ên Şaredariya Cizîrê mudaxaleyî agir dikin jî ji ber têl û dîwarên Artêşa Tirk ên li ser sînor nikare agir vemirîne.
Agirê ku piştî danê nîvro ji gundê Baziftê yê Cizîrê destpê kirî bi qasî kîlometreyekî nêzî Cizîrê bûye û her kêliya diçe nêzîktir dibe.

















