Li ser rêya Pirsûs-Bêrecûkê mînîbusek ji paş ve li kamyonekê xist. Di encama qezayê de zarokek û jinek jiyana xwe ji dest dan.
Li ser rêya Pirsûs-Bêrecûk ê Rihayê, mînîbusek ji paş ve li kamyonekê xist. Di encama qezayê de 4 kes di mînîbusê de asê man. Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, agirkuj û cendirme sewqî cihê qezayê hatin kirin. Di encama kontrola tîmên tenduristiyê de zarokek û jinek ku nasnameya wan nehatin diyarkirin, jiyana xwe ji dest dan. Felek Aşan (40) û Saîd Aşan (57) ên di wesayîtê de bûn bi giranî birîndar bûn, bi ambulansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.
Hat hînbûn ku rewşa 2 birîndaran giran e. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.













