Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê kuştina Sîpan Hiznî û bûyerên Rojava qewimîne şermezar kir û got:” Divê vîna gelê Kurd û gelên Suriyeyê bê naskirin û çareseriyên demokratik bên pejirandin.”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Enqereyê, tekildarî qetilkirina şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî û bûyera li Kobanê qewimîne li ber peykerê mafê mirovan ê kolana Yukselê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyaniyê da. Endamên partiyê û endam û nûnerên saziyên sivil ên civakî tev li daxuyaniye bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Gelên Rojava ne bi têne ne, aştî li Rojava tê avakirin” û dovîzên li ser “Bijî berxwedana Kobanê” û “Rojava rûmeta me ye” dinîsî hartin hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê Rojava” û “Gelên Rojava ne bi têne ne” berz kir.
‘Ew kiryaran li dijî vîna gelên Suriyeyê ye’
Metna daxuyaniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Enqereyê Gulbahar Gunduz xwend. Gulbahar Gunduz bertek nîşanî provakasyonên li Rojava hatine kirin da û diyar kir ku ew her tim pişgiriya gelên Rojava dikin û wiha got: “Vîna ku dixwaze gelên Suriyeyê wekhev, azad û di nav demokrasiyê de bijîn careke din rastî provakasyona hatiye. Kuştina Sîpan Hiznî û êrîşên li ser çalakiyên dijî vê yekê careke din destnîşan dike ku hezên tarî dixwazin bi hev re jiyana gelên Suriyeyê û pêvajoya entegrasyonê bi provakosyona ve bişkînin. Bi van bûyeran tê xwestin ‘pevçûnekî di nav êşiran de’ û ‘xisumetek şexsî’ bê ravekirin û ser wan bê girtin. Lê xuya ye ku ew berdewama hişmendiya DAIŞê ya dijî hebûna gelên cûda ye. Dibe ew yek bê zanîn ku em li ser girtina vê bûyere û daxwaza meşandina komkujiya li ser gelê Kurd qebûl nakin. Êrişên li ser çalakiyên piştî kuştina Sîpan Hiznî zihniyeta nijadperestî radixe ber çavan. Bûyera şewata girtigehê jî diyar dike ku ew kirayaran bi plankirî hatine kirin. Îro her wiha 4emîn salvegera kuştina Jîna Emînî ye. Piştî çalakiyên kuştina Jîna Emînî di dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêşî li ber şoreşa jinan vebû. Ew hêza jinan li cihanê bû pêşeng ku pişgiriya jinan hêztir kir.”
‘Divê entegrasyon li gor wekhevî û demokratikbûna gelan bê meşandin’
Di dawiya axaftina xwe de Gulbahar Gunduz bal kişand ser parastina mafên gelên Suriyeyê û wiha dawi li axaftina xwe anî: “Gelê Kurd ew 14 sal e bi saya têkoşîn û berxwedana xwe gelek maf dest xistinê. Di serî de mafê perwerdehiyê hemû destxistiyên Kurdan ên demokratik divê bên parastin. Divê perwerdehiya zimanê dayike û mafên demokratik bigrin di bin ewleheviya qanûnan. Jiyaneke wekhev û azad entegresyona demokratik bi mudaxeleyên leşkerî û tevkujiyan ve çênabin. Divê rûmetê nîşanî vîna gelan bidin. Divê lêpisinên berfireh û kûr ji bo wan bûyeran bê meşandin. Divê berpisyarên bûyera şeweta girtigehê de bên darizandin. Pêşeroja Suriyeyê divê li ser wekhevî, azad û demokratikbûna gelan bê avakirin. Em beng hemû sazî û dezgehên demokratik dikin ku xwedî vîna gelên Kurd û gelên Suriyeyê derkevin.”
‘Divê Tirkiye destê xwe li ser Rojava bikşîne’
Piştî daxuyaniyê Hevserokê DEM Partiyê Yilmaz Yildirimci axivî û got:” Bûyerên vîna gelê Kurd difetisinê nayê qebûlkirin. Divê Tirkiye dest bi kirinên bi vî rengî yên li ser Rojava berde. Aştiya Rojhilata Navîn bi vîna Kurdan ve pêkan e.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan dawî bû.














