• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kongreya DER-MEZê bi dawî bû

    Kongreya DER-MEZê bi dawî bû

    10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

    10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

    Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

    Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Kovara Psychology Kurdî dê ji bo 10 saliya xwe sempozyûmek li dar bixe

    Kovara Psychology Kurdî dê ji bo 10 saliya xwe sempozyûmek li dar bixe

    Li Osloyê partî û rêxistinên muxalîf ên Îranê belgeyeke hevbeş îmzekirin

    Li Osloyê partî û rêxistinên muxalîf ên Îranê belgeyeke hevbeş îmzekirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amed / AW

27 ÎLON 2026 - 18:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kongreya Derûnasiyê ya Mezopotamyayê ku li Amedê tê lidarxistin di roja sêyemîn de bi rûniştin û kargehan bi çoşeke mezin bi dawî bû. Beşdaran di rûniştinên îro de li ser lêgerîna nasnameyê, Cih û Dayîkên Şemiyê, ziman û derûniyê rawestiyan

2yemîn Kongreya Derûnasiyê ya Mezopotamyayê ku ji aliyê Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) ve bi dirûşma “Mirov divê derûniya xwe bi ziman û nasnameya xwe hîs bike” tê organîzekirin li Navenda Kongreyê ya Elî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di roja sêyemîn de bi kargeh û rûniştinan bi dawî bû.

Di roja sêyemîn de kargeha bi sernavê “Şahidiya hebûnê: Serboriyeke Terapiya Hunerî” û kargehên cur be cur hatin lidarxistin. Piştî kargehan rûniştina yekem a ku bi sernavê “Cih, Nasname û Windayî” bi moderatoriya Zelal Coşkun û panelîst li ser navê Dayîkên Şemiyê Besna Tosun, Orhan Kaya û Dayîka Aştiyê Yildiz Doganay dest pê kir.

‘Tenê yek daxwaza me dayîkan heye bila aştî demildest pêk were’

Yildiz Doganay da zanîn ku ew her tim gotina aştiyê li ser zimanê xwe kêm nekirine û wiha got: “Ev bi salane em êş dikşînin, xem dikşînin lê me tu car dev ji aştiyê û daxwaza aştiyê berneda. Tenê yek daxwaza me dayîkan heye bila aştî demildest pêk were.”

‘Rêzgirtina ji miriyan re, taybetmendiya herî bingehîn a aştiyê ye’

Besna Tosun jî di axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Ez keça Fehmi Tosun ê ku di bin çavan de hatiye windakirin im. Ez şahida binçavkirina wî me jî. Li van axan, di bin çavan de windakirin bûye şêwazekî jiyanê. Li dijî vê em têkoşînê dikin. Heya ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Me li Qada Galatasarayê bi 5 kesî dest pê kir, paşê bi hatina dayikên ji Kurdistanê re em bûn bi hezaran kes. Rêzgirtina ji miriyan re, taybetmendiya herî bingehîn a aştiyê ye. Em ê xwedî li aştiyê derkevin.”

Di dawiyê de ji Zanîngeha Philipps a Marburgê Derunnasê Civakî Dr. Orhan Kaya axivî û li ser pêvajoya xebatên akademik ên navneteweyî ku bandora lêgerîna edaletê û çanda protestoyê ya Dayikên Şemiyê lêkolîn dike rawestiya û Piştî salên 1995an di bûyerên kujerên wan nediyar de xebata ku li ser Dayikên Şemiyê kirine bi rêya wêne û lêkolînên xwe vegot.

‘Pêywendiya di navbera ziman û kesayetiyê û têkiliya ziman û muzikê hat nîqaşkirin’

Moderatoriya ku rûniştina duyemîn Berîtan Onuk dikir bi mijara “Di huner û wêjeyê de girîngiya zimanê dayîkê” dest pê kir. Panelîstên vê rûniştînê Berzo Mehmûd û Mesud Gever li ser pêywendiya di navbera ziman û mêjî de, pêywendiya di navbera ziman û kesayetiyê û têkiliya ziman û muzikê de rawestiyan.

‘Ji nû ve avakirin û afirandina derûniyê hat nîqaşkirin’

Piştî rûniştina duyemîn, rûniştina dawî a kongreyê bi moderatoriya Ebru Akkoyun kir bi mijara “Terapî û zimanê dayîkê: Ji nû ve avakirin û afirandina derûniyê” dest pê kir. Leyla Turhan Taylan, Duzgun Ugur û  wek panelîst di vê rûniştinê de cih girtin û li ser mijarên di navber mayîna dû zimanan, zimanê navbera terapist û nexweş, ton, awaz û rîtma ziman û di heman demê de bi van mijaran re girêdayî derunniya dema terapiyê axivîn.

‘Kongre bû wesîleya têkiliya her çar parçeyên Kurdistanê’

Piştî kargeh û rûniştinan ji rêveberiya DER-MEZê Jiyan Ay Subaşi da zanîn ku Ji salek zêdetir e ji bo vê kongreyê amadekarî hatiye kirin û ev tişt gotin: “Ji bo hemû axaftvan, beşdaran, hemû rêvebir û endamên sazî û dezgehên me yên ku ev sê roj e li vir in, her wiha hevkarên me yên derûnnas û derûnnbijîşk û xwendevanên li vir hem piştgirî û hêz dan me, bi hevkariyek xurt me ev kongre bi dawî kir. Di encamê de ev hemû axaftinên ku hatine kirin dê wek pirtûk jî bê weşandin. Dê encamnameya vê kongreyê jî hebe. Di dawiyê de ez bawer im ev kongre bû wesîleya têkiliya her çar parçeyên Kurdistanê û hevalên me yên ku di diyasporayê. Ev kongre ji bo me hemûyan destpêk bû. Ji ber ku cara yekem em hatin gel hev û cara yekem em hemû rû bi rû an jî online me hevdu nas kir.”

Mehmet Şerîf Aydin jî diyar kir ku ev kongre ji bo wan ne dawî ye, dê bibe destpêk û spasiya xwe ji sazî û dezgehên ku tevli kongreyê bûne kir.

Kongreya DER-MEZê bi dayîna plaketan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hat dayîn

Ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hat dayîn

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026
Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

27 ÎLON 2026
Kovara Psychology Kurdî dê ji bo 10 saliya xwe sempozyûmek li dar bixe

Kovara Psychology Kurdî dê ji bo 10 saliya xwe sempozyûmek li dar bixe

27 ÎLON 2026
Li Osloyê partî û rêxistinên muxalîf ên Îranê belgeyeke hevbeş îmzekirin

Li Osloyê partî û rêxistinên muxalîf ên Îranê belgeyeke hevbeş îmzekirin

27 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê bi navê Şiyar Çîçek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Wanî: Ji ber bihabûnê em tiştan bi deyn distînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne