Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş ê ku ev demeke dirêj bû tedawî didît, vî êvarî jiyana xwe ji dest da.
Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş, ji ber nexweşiya ya ku ev demek bû tedawî didît, vî êvarî jiyana xwe ji dest da. Mehmet Akkuş ê ku di siyaseta kurd de salên dirêj di qadên cuda de xebat meşandin, di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de wekî Hevşaredarê Agiriyê hatibû hilbijartin. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên ku ev demek bû dijiya, dihat tedawîkirin.
Koça dawî ya Akkuş, li bajêr û di nav gel de bû sedema xemgîniyeke kûr. Tê payîn ku di saetên pêş de malbat û şaredarî derbarê bernameya cenaze de daxuyaniyekê bidin.














